Irmak: Dengê me ji azadiya jinê re ye 2015-11-01 12:43:22 COLEMÊRG (DÎHA) - Gelê Colemêrgê di saetên sibê de bi coşeke mezin çû ser sindoqan. Hevseroka KCD'ê Irmak jî piştî dengdayînê axivî û got "Emê tu kesî nekin dîktator. Dengên me ji azadiya jinê, biratî, aşitî û demokrasiyê ye." Li yek ji bajarên Kurdistanê Colemêrgê jî hilbijêr di saetên zû yên sibê de çûn ser sindoqan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzeta HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî piştî dengdayînê daxuyaniyek da û got di vê hilbijartinê de jî gel dê dengê xwe bide aşitî û biratiyê. Irmak anî ziman ku dê gel ji bo cenaze car din cenaze neyên û dîktatorî nemîne dê deng bidin û wiha axivî: "Emê nehelîn li vî welatî şer biqewime. Emê tu kesî nekin dîktator. Dengên me ji azadiya jinê, biratî, aşitî û demokrasiyê ye." (sy)