Di hilbijartinan de siya pêkanînên nedemokratîk û bêusuliyê 2015-11-01 11:31:48 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Welatiyên ku ji bo îradeya xwe li sindoqan nîşan bidin dengên xwe bi kar tînin, li gelek deveran pêkanînên nedemokratîk û bêusulî tên kirin. Li Şirnexê li dibistanên Hurriyet, Bahçelîevler û Mehmet Emîn Acar ên li taxên Yenîmahalle, Bahçelîevler û Yeşîlyurtê polîsan welatî taciz kirin. Polîsan li ber dibistanan kontrola nasnameyan kirin. Li ser vê yekê di navbera polîs û welatiyan de nîqaş derket. Namzetê HDP'ê Leyla Bîrlîk û parêzer piştî ku mudaxaye kirin pêkanînên Dibistana Seretayî ya HUrriyetê pêkanînên xwe bi dawî kirin. Li Bazîdê polîs qeydên hilbijêran digirin Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsên ku li ser sindqan e nivîsa ku ji bo 1'ê Mijdarê ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Bajar ji Walîtiyê re hatiye şandin nîşanî serokê sindoqan kir û careke din qeydên ku welatiyên dengên xwe bi kar anîne digirin. Di daxwaznameyê de tê gotin ku ji ber ku li Agirî û navçeyan serokên sindoqan dê bên tehdîdkirin û daxwaza parazvan kirine ev pêkanîn tê kirin. Li Hatayê ji bo welatiyên Sûriyeyê anonsa 'dernekevin derve' Li navçeyên Yayladag û Kirikhan ên Hatayê welatiyên Sûriyeyê ji bo ku roja hilbijartinê dernekevin derve hatin hişyarkirin. Ji hoparlorên Şaredariya Kirikhanê bi anonsên tirkî û erebî de ji bo welatiyên Sûriyeyê dê gotin ku saet di 08.00 û 17.00'an de dernekevin derve. Qaymeqamiya Yayladagı jî roja şemiyê bi êvarê saet di 21.00'an de heta 2'yê Mijdarê li navçeyê konbajarên TEKEL û YÎBO derketina derve hatiye qedexekirin. Hevserokê HDP'ê yê Kirlarelî hate binçavkirin Li Kirlareliyê, Hevserokê HDP'ê Feyyaz Şahîn û muşahîd Adnan Kurt hatin binçavkirin. Li Şahîn û Kurt ên ku li Dibistana Seretayî ya Ahmet Genel a dengên HDP'ê zêde ne bûn dema ku bi muşahîdên din re dixavin hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan. Li Mêrsînê muşahîdên HDP'ê hate astengkirin li navçeya Toroslar a Mêrsînê li Lîseya Anadolu ya Çagdaş Kentê ketina muşahîdên HDP'ê li dibistanê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan berpirsyar negirtin hundir û polîsna piştî ku heqeret li hilbijêran kir welatiyan nerazîbûn nîşan dan. Polîsan şêrit kişandin dora dibistanê û ketina rêveberên HDP'ê ya li hundir astengkirin û rêveberên HDP'ê yên ku mudaxaleyî vê yekê kirin jî rastî heqeretê hatin. Li bendê ye ku heyeta çavdêr bên dibistanê. Li Stenbolê polîsên 'peywirdarê demî' belge nîşan nedan Li dibistanên Belma Barut û Merkezê yên li Esenyurta Stenbolê li gorî belgeya hejmar 142'yemîn polîsên "peywirdarên demî" piştî ku di sindoqên qeydkirî de deng bi kar anîn belgeyên xwe teslîmî peywirdarên sindqan nekirin. Piştî îtiraza muşahîdan polîsan belgeyên xe teslîm kirin. Hate hinbûn ku li gelek dibistanan heman pirsgirêk derketiye holê. Li Kocamustafapaşa ya Stenbolê jî li ber dibitanan wesayîtên bêplana hatin dîtin. Li Rihayê Hevserokê HDP'ê rastî êrîşê hat Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Mehmet Alî Aslan çû serdana qada sindoqan û li wir rastî êrîşa kesên ku hate gotin parazvanên Şaredarê AKP'î Menderes Atîlla ne hat û bi çekê hate tehdîdkirin. Aslan anî ziman ku dema çûne li cihê sindoqên taxa Şavatoyê rastî êrîşa AKP'iyan hatine û hatine debkirin. Aslan wiha got: "Niha li taxê 4 hevalên me yên peywirdarên sindoqan ewlehiya canê wan tuneye, cendirme û rayedar tenê temaşe dikin." Aslan bilêv kir ku li hemû taxên Serêkaniyê pêkanînên bi vî rengî hene û ev agahî da: "Bi taybetî jî li taxên Hirobî û Kevireşê peywirdarên me yên sindoqan bi zorê hatine derxistin. Mu cihên ku me serlêdan kir tiştek nekirine. Li hemû navçeyê AKP bi zorê dixwaze hilbijartinê bibe." Li navçeya Eyyubiya ya Rihayê jî keya hewl da ku dengên blok bide bikaranîn. Ev rewşa ku li taxa Akdîlekê hate jiyîn ji aliyê endamên "Oy ve otesî" hate tespîtkirin. Piştî û endamên hewldanê agahî dan peywirdarên Baroya Rihayê û rêveberên HDP'ê mudaxale kirin. Li herême Qerejdax a Sewerekê jî li taxa Altinahirê peywirdarê HDP'ê yê sindoqê Halîl Aluç ji aliyê hin kesan ve hate tehdîdkirin û ji taxê hate derxistin. Aluç ev rewş ji Qereqola Cendirmeyan û rayedarên Lijneya Hilbijartinê re ragihand lê tu mudaxale nehat kirin. Bi heman awayî li taxên Uzun Ziyaret, Guvercîn, Buyukkent û Kuçuk Tepe muşahîdên HDP'ê hatine derbkirin û nehiştine bikevin qadên sindogan. Peywirdarên AKP'ê qereweta fîruze an jî destmal bi xwe ve kirine Li Xerpetê mewzuata YSK'ê bin pê kirin li Xerpetê jî peywirdarên AKP'ê yên sindoqan mewzûata YSK'ê bin pê kirin. Li gorî mewzûatê piştî ku qedexeyên hilbijartinê dest pê kir divê li dora sindoqan nîşaneyên ku bibin sîmgeyên partiyan nebin lê li dibistanan hemû peywirdarên AKP'ê qerewatên fîrûze an jî destmal xistine berikên xwe, jinan jî şalên fîrûzeyî xistine stuyên xwe. Li bajar welatiyê bi navê Hasan Huseyîn Solmaz ê li Dibistana Yildizbaglari dengê xwe bi kar anî hate binçavkirin. Hate gotin ku derbarê wî de lêgerîn eye û birin Midûriyeta Polîsan a Xerpêtê. Girtek hatin dîtin Li navçeyê li Dibistana ÎBB Prof. Dr. Sebahattîn Zaîm ê di sindoqa hejmar 1449'an de girteka ku berê hatiye amadekirin hate dîtin.Lê piştî ku muşahîdan îtiraz kirin ji aliyê peywirdarên sindogan ve hatin îmhakirin. Li navçeya Fatîhê jî wesayîtên bêplata hatin dîtin. Dema ku wêneyên wesayîtan hatin kişandin polîsan bi gotina "nekişînin ev wesayîta polîsan" hişyarî kirine. Ji ber ku wesayît ji baxçe hatin derxistin û girtek hate girtin midûrê dibistanê nerazîbûn nîşan da. Piştre ji bo wesayîtên bêplaqa girtek hate girtin. Bi mudaxalekirina muşahîdên HDP'ê ne parêzer hatin qadê û polîs li dora wesayîtê kom bûn. Bi heman awayî li taxa Gazi ya SUltangaziyê jî wesayîtên bêplaqa digerin. Li Sêrtê peywirdarê sindoqê hate binçavkirin Li Sêrtê ciwanê bi navê Adem Destan ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Ciwanê ku hate hinbûn li Lîseya Sêrtê peywirdar bû birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn. Tîmên taybet li dibitanan hatine bicihkirin Li navçeya Silopî ya Şirnexê welatiyan beriya ku saet bibe 07.00 berê xwe dan dibistanan û bi destpêkirina dengdayînê re çûn ser sindokan. Li Silopî ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Silopî ve cihê 26 sindoqan hatibû guhertin lê welatî bi wesayîtên xwe û Şaredariya Silopî çûn dengê xwe bikarbînin. Welatiyên ku piştî dengên xwe bikar anîn û li ber dibistanan rawestiyanbûn diyar kirin ku ew dê heta sindok werin vekirin û deng werin hejmartin ew dê li ber dibistanan neçin. Ji aliyê din ve di hewşên dibistanan de gelek tîmên taybet, polîs û leşker bi cih bûne. (sa)