Wesayîtên bêplaqa li ser sindoqan e! 2015-11-01 10:14:21 ÎZMÎR (DÎHA) - Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de wesayîtên bêplaqa yên bi îdiaya "dizîna dengan û guhertinê" li dibistanan hatibûn bicihkirin îro jî li dibistanan e. Li Îzmîrê li dibistana ku deng tê bikaranîn hilbijêran li hemberî wesayîtên bêplaqa yên aydî polîsan e nerazîbûn nîşan dan. Li Îzmîrê dengdayînê dest pê kir û wesayîtên bêplaqa yên di 7'ê Hezîranê de derketibûn holê careke din hatin dîtin. Welatiyên ku li taxa Asarlik a Menemenê bi kar anîn li baxçeyê dibistanê wesayîtên bêplaqa dîtin. Piştî ku li Dibistana Navîn a 80.Yil a Asarlikê dengdayînê dest pê kir wesayîtên bêplaqa jî li baxçeyên dibistanê park kirin. Welatiyên ku hatin deng bi kar bînin û muşahîdên HDP'ê piştî ku nerazîbûn nîşan dan derket holê ku wesayît aydî polîsan e. Li ser nerazîbûna gel û muşahîdên HDP'î wesayîtên bêplaqa ji baxçeyê dibistanê çûn. (sa)