Zarokên Sonmez: Em li hemberî zilma qesrê dengê xwe bi kar tînin 2015-11-01 09:59:16 MÊRDÎN (DÎHA) – Li tevahiya navçeyên Mêrdînê bi sedhezaran gel diherike ser sindoqan û beşdarî deng dayînê dibe. Bi taybetî li Nisêbînê her çiqas dibistan ji aliyê maşîneyên zirxî û polîsên tîmên taybet ve hatibe dorpêçkirin jî beşdariya hilbijêran zêde ye. Zarokên Ahmet Sonmez ê ku li Nisêbînê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin diyar kirin ku ew ê bi dengayîna xwe zilm û şerê qesra Erdogan têk bibin û li hemberî zilma qesrê hatine dengê xwe bi kar tînin. Li Mêrdîn û navçeyên wê bi ji bo sed hezaran welatî dengê xwe bi kar bînin, diçin dibistanan û li ser sindoqan dengê xwe bi kar tînin. Di nav navçeyên Mêrdînê de hilbijartina balkêş jî navçeya Nisêbînê ye. Li Nisêbînê dê îro bi deh hezaran welatî biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar tînin. Li navçeyê saet di 07.00’an de dengdayîn destpêkir û gel diherike dibistanan. Bi taybetî li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle yên Nisêbînê ku di rojên awarte de li hemberî êrîşên bi tank û top ên polîsan, li ber xwe da beşdariyeke zêde ye. Bi taybetî li van taxan li ber derê dibistanan maşîneyên bêplaqe yên zirxî, polîsên sivîl û tîmên taybet hatine bicihkirin û dibistan xistine bin dorpêça xwe. Welatiyên temendirêj bi ruhê berxwedanê deng didin Ligel dorpêçkirina polîsan gel bi ruhê berxwedanê diherike ser sindoqan û li van dibistanan beşdariya hilbijêran zêde ye. Her çiqas bi hinceta “ewlehiyê” 6 sindoqên li dibistana Yavuz Selîm a taxa Yenîşehîrê birine dibistana Lîseyê ya Suleyman Soylemez a li heman taxê, lê gel hatiye agahdarkirin û diçe dengê xwe bi kar tîne. Wekî her hilbijartinê balkêşiya herî mezin çûyîna hilbijirên temendirêj deng dayînê ye. Jina bi navê Şîrîn ligel 80 salî û nexweşiya xwe jî hate dibistana Suleyman Bolunmez û dengê xwe bi kar anî. Malbata Sonmez: Em li hember zilma qesrê li vir in Bi taybetî yek ji dibistanên hatiye dorpêçkirin jî dibistana Seretayî û Navîn a Bulent Pekdemîr a li taxa Firatê ye. Lê gel bi ruhê berxwedanê diherike ser sindoqan. Malbata Ahmet Sonmez (64) ku di 3’yê cotmehê de encama gulebarankirina polîsan de li ber derê mala xwe hate qetilkirin jî li vê dibistanê dengê xwe bi kar anî. Di dema dengdayînê de kurê Sonmez Lokman Sonmez diyar kir ku beriya her tiştî ji wan re aştî pêwîste û got ku şer û pevçûn ne lazim e. Sonmez anî ziman ku ew ê bi encama dengdayînê zilm û şerê qesra Erdogan wê têk bibin. Kurê Sonmez, Metîn Sonmez jî destnîşan kir ku ji bo xwîna bavê wî li erdê nemîne ew hatine dengdayînê û wiha got: “Ji bo hin mirovên din jiyana xwe ji dest nedin, li hemberî zilma qesrê em hatine rengê xwe diyar bikin.” Li tevahiya Mêrdîn û navçeyên wê dengdayîn bi beşdariyek zêde didome. (bg/ea/wk)