Li ber disitanên Sûrê tîmên taybet hatin bicihkirin 2015-11-01 09:43:47 AMED/ SÊRT (DÎHA) - Li navçeya Sûrê hilbijêrên ku ji bo dengdayînê hatin dibistanan bi tîmên taybet ên bi rûpoş ve rû bi rû man. Li navçeya Sûrê ku di dema qedexeya derketina derve de herî zêdê êrîş pêk hatin li dibistanên ku welatî deng bi kar bînin tîmên taybet ên bi rûpoş hatin bicihkirin. Li dibistanên Yavuz Selîm, Suleyman Nazîf, Cemal Yilmaz Alparslan û Mardînkapi yên Sûrê tîmên taybet ên ku bi wesayîtên zirxî ve hatin li baxçeyên dibistanan digerin. Welatiyên ku berê rastî êrîşa polîsan hatin ji ber ev dîmenên ku dîtin bi fikar in. Li Sêrtê hilbijratinê bi binpêkirinan ve dest pê kir Li Sêrtê serê sibehê saet di 07.00'an de welatiyan dest bi bikaranîna dengan kirin rastî pêkanînên polîsan ve rû bi rû man. Polîsên ku li dibistanên MEvlana, Fatîh û Lîseya Anadolu ya 1 Eylulê bi cih bûne derveyî qanûnê nasname û kaxizê hilbijêran kontrol dikin û welatiyan digirin dibistanan. Li aliyê din li Lîseya Îmam Hatîpê nîvê pusulayên dengan ji ber ku aydî Mûşê bûn Serokê Lijneya Sindoqê îmze nekiriye. (sa)