Gelê Amedê: Em dê sibê bersiva Erdogan bidin 2015-10-31 16:44:17 AMED (DÎHA) - Gelê Amedê ku piştevaniya xwe ya bi HDP'ê re bi her awayî diyar dike ji bo hilbijartina sibe nêrînên xwe anî ziman. Amedî, bertek nîşanê gotina Serokomar Erdogan a "Amed çi ye?" dan û gotin ewê sibê bersiva Erdogan bidin. Ji bo dengdayîna hilbijartina 1'ê Mijdarê re tenê çend seat man. Gelê Amedê ku rengê dengê xwe ji mij ve diyar kiriye derbarê hilbijartinê û axaftinên dawî yên Serokomar Erdogan de axivî. Welatiyê bi navê Musa Şîşe destnîşan kir ku ji bo xwîn bisekine ew ê dengê xwe bide HDP'ê û da zanîn ku ji bo aşitiyê hêviya wan HDP ye. Welatiyê bi navê Taylan Şîmşek jî dengdayîna xwe ya HDP'ê bi xwesteka xwe ya demokrasiyê ve girêda û got ku ew dê ji bo demokrasiyê dengê xwe bide HDP'ê. 'Em ê bersiva Erdogan sibê di sindoqan de bidin' Welatiyê bi navê Mehmet Han jî bertek nîşanî axaftinên Serokomar Erdogan a ji bo Amedê da û wiha got: "Amed, li hemberî zilma dehakan tu car serî dananiye. Divê zalim baş bizanibin dê li hemberî wan jî serî rakirinek pêk were û wan têk bibe. Sibehê em ê bersiva vî kesî di sindoqan de bidin." 'Ji bo pêşî li şer û komkûjiyan bigirim' Dayika bi navê Emîne Temel jî anî ziman ku Erdogan mafê xwe yê hilbijartinê wenda kiriye û wiha axivî: "Bila destê xwe ji xwîna zarokên me vekişînin. Em ê dengê xwe bidin xwe, bidin HDP'ê." Welatiyê bi navê Emîn Sulun jî diyar kir ku ji bo rê li şer û komkujiyan bigire ew ê dengê xwe bide HDP'ê. 'Ji bo jiyana bi hev re ez ê dengê xwe bidim HDP'ê' Şêniyê bi navê Mehmet Guzel jî hinceta dengdana HDP'ê wekî temsîlkirina xwe dide nîşandan û dibêje: "Ez ê di vê hilbijartinê de jî dengê xwe bidim HDP'ê." Welatiyê bi navê Ferdî Ozman jî anî ziman ku li hemberî hemî astengkirinan ew ê dengê xwe bide HDP'ê Welatiyê bi navê Huseyîn Ozonat anî ziman ku ji bo ciwan nemirin ewê dengê xwe bide HDP. Ajokarê dolmuşê Soner Adiguzel jî hinceta dengdayîna HDP'ê wekî xwesteka aşitiyê nîşan da û wiha got: "Amed keleh e tû caran xirab nabe. Amed paytext e." Ajokarê bi navê Kerîm Gezer destnîşan kir ku ji bo debara mirovan ew ê dengê xwe bide HDP'ê. 'Ji bo aşitiya welat bê sazkirin HDP' Ciwanê bi navê Abdurrahman Bedîr anî ziman ku ji bo ku aşitiya welat bê sazkirin ew ê dengê xwe bide HDP'ê û wiha got: "HDP ji bo vê rolekî girîng dilîze. Ji ber ku HDP koalisyon û hevgirtên çîna bindest tê de cih digirin ez ê dengê xwe bidim HDP'ê." Welatiyê bi navê Ahmet Aydin diyar kir ku azadiya gelê kurd di rêya HDP'ê de ye û ew ê ji ber vê dengê xwe bide HDP'ê. Aydin bang li hemû kesan kir ku ji bo hilbijartinê de kes li malên xwe nemîne. Esnafê bi navê Vedat Yildiz jî êrîşên ku li hemberî gelê Surê pêk tên bi dewletê ve girêda û wiha got: "Êrîş bi giştî ji aliyê dewletê tê kirin. Ji ber van êrîşan bi rojan dikanên me girtî man. Tenê ji bo vê yekê ez ê dengê xwe bidim HDP'ê." (ua-özp/ea/sy)