'Kaniya Kurdan' dê ava xwe ji kaniya dengbêjiyê bigire 2015-10-31 09:04:59 GOKHAN ALTAY AGIRÎ (DÎHA) - Malpera "Kaniya Kurdan" a navê xwe ji Girê Kaniya Kurda ya Kobanê ku ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin digire di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de dest bi weşanê dike. Dê di malperê de weşana stranên dengbêjiyê 24 saet bênavber were kirin. Malpera stranên dengbêjiyê "Kaniya Kurdan" a ji aliyê xebatkarên Navenda Çandê ya Sema ya Agiriyê ve hat amadekirin di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de dest bi weşanê dike. Malperê navê xwe ji Kaniya Kurdan a Kobanê ku bi berxwenake mezin ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin girtiye. Amadehiyên malpera dengbêjiyê ku 24 saetan bê navber dê weşanê bike û tenê stranên dengbêjiyê bistirê, piştî weşana testê ya 2 hefteyan bi dawî bû. Jiyana dengbêj û dîroka stranên dengbêjiyê jî di malperê de ye Di malperê de guhdar tenê dê xwe negihînin stranên dengbêjiyê. Her wiha dê xwe bigihînin agahiyên jiyana dengbêjan û wek mêvan bikaribin beşdarî bernameyên heftê du caran pêk werin bibin. Ligel vê yekê di malperê de ji bo agahiyên dîroka destan û çîrokên kurdan jî cih hatiye veqetandin. Dê guhdar bikaribin dîroka stranên dengbêjan jî bixwînin. Di malpera ku ji aliyê du kesan ve tê birêvebirin de dê mêvan bikaribin daxwaza stranan jî bikin. Di beşa dîmen de jî dîmenên rizgarkirina Gira Kaniya Kurda û vîdeoyên berxwedana Kobanê vedibêjin hatine bicihkirin. 'Armanca malperê berhevkirina stranên dengbêjiyê ye' Yek jê sazûmankara malperê û xebatkara Navenda Çandê ya Semayê Avşîn Aslan diyar ku herêma Serhedê ji aliyê çanda dengbêjiyê ve dewlemend e. Aslan destnîşan kir ku yek ji armanca vekirina malperê jî berhevkirina berhemên devkî ne û wiha got: "Ji bo ku gel ji stranên dengbêjiyê hez bikin ev malper vedibe. Di malpera me de ligel stranên dengbêjiyê kurtejiyana dengbêj û dîroka stranan jî dê hebin." Aslan da zanîn ku ligel dengbêjiyê dê muzikên klasîk jî di malperê de were weşandin û wiha axivî: "Heya niha kê ji bo hunera kurdan xizmetek kiribe dê di malperê de cihê xwe bigire." Aslan anî ziman ku malper di destpêkê de tenê dê bi zaravayê kurmancî weşanê bike lê pêşerojê bi zaravayên kurdî ên soranî û kirmançkî jî weşanê bike. 'Malpera me dê ava xwe ji kaniya dengbêjiyê bigire' Aslan bi lêv kir ku navê malperê ji ber du sedeman bû "Kaniya Kurdan' û ev sedem wiha rêz kirin: "Li Girê Kaniya Kurda ya Rojava berxwedanek mezin pêk hat. Ji ber wê jî ji bo me gelek watedar bû û me xwest bila navê malperê ji têkoşîneke kurdewar bigire. Sedema din jî ew bû ku dengbêjî jî çavkanî û kaniyek çanda kurdan e. Tu gelek bê çandek bê av namîne. Malpera me jî dê ava xwe ji kaniya dengbêjiyê bigire. " 'Bibin endamê me ku malpera dengbêjiyê xurttir bibe' Aslan diyar kir ku her kesên bixwazin dikarin bibin endamê malperê û wiha berdewam kir: "Em bang li gel dikin ku bibin endamên me û em bi hev re malpera dengbêjiyê xurttir bikin. Di malperê de mêvanên me dikarin daxwaza stranan jî bikin." Aslan li ser pêşeroja malperê jî axivî û wiha bi dawî kir: "Li malên gelê me gelek kasetên dengbêjiyê hene û em ê hewl bidin xwe bigihînin van kasetan jî. Wan stranên di malan de jî li ser dîjitalê bigihînin cihanê." (mae/sy)