'Em ê serê sibehê deng bi kar bînin û sindoqan bi parêzin' 2015-10-30 09:01:55 AMED (DÎHA) - Gelê Amedê ji ber hilbijartinên 1'ê mijdarê bang li tevahiyê Kurdistanê kir û gotin ku ji ber zivistanê zû taritî dikeve ji ber vê yekê serê sibehê zû biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin. Di 1'ê mijdarê de ji ber ku hewa zû tarî dibe dengdayîn dê saet di 07.00'an de dest pê bike û 16.00''an de bi dawî bibe. Welatiyên Amedê diyar kirin ku li gor vê seatê ji bo xwedî li vîna xwe derkevin ew dê serê sibehê beriya taştê biçin ser sindoqan û pê re jî xwedî li dengê xwe derkevin. Hemwelatiyan her wiha bang li hemû kesî kirin ku tenê bikaranîna dengan kar xilas nabe divê li ser sindoqan rawestin da ku pirsgirêk dernekeve. 'Xwedî li sindoqên xwe derkevin' Welatiyê bi nave Menav Tarhan (40) diyar kir ku ew ê di 1'ê mijdarê de dawî li dîktatorî û saltanata AKP û Serokomar Erdogan bînin. Tarhan, bang kir ku divê gel sibê zû rabe û zû biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin û her wiha xwedî li sindoqan jî derkevin. Tarhan, destnîşan kir ku wî xwe ji bo parastina sindoqan jî amade kiriye û anî ziman ku piştî ew dengê xwe bikar bîne dê qada sindoq li wirin jî terk neke. Tarhan, diyar kir ku li gorî wî dê HDP ji Amedê 11 parlementer derbixe. 'Di 1'ê mijdarê de beriya taştê herin ser sindoqan' Haşîm Yucel (40) jî destnîşan kir ku ji ber zivistanê li Kurdistanê taritî zû dikeve divê her kes di 1'ê mijdarê de serê sibehê zû herin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin. Yucel, derbarê bikaranîna dengan a li Kurdistanê de agahî jî da û ev tişt gotin: "Ji ber vê yekê jî bila gelê me bikaranîna dengê nehêlin heta seat 16.00'an û zû bikar bînin. Piştî bikaranîna dengan jî bila kes ji dibistanan neçin û xwedî li dengê xwe derkevin. Heta deng neçin saziya hilbijartinê kes neçe malê." Yucel, balkişand ku berpirsiyariya hemû Kurdistaniyan e ku çewa di 7'ê hezîranê de ya Erdogan û AKP'ê têk bir, divê di 1'ê mijdarê de jî biçin ser sindoqan û careke din têk bibin e. 'Ji bo komkûjî bên rawestandin' Welatiyê bi navê Mehmet Can (57) jî diyar kir ku divê vê hilbijartin weke xwedîderketina li şeref û namûsê bê dîtin û wisa biçin ser sindoqan. Can, destnîşan kir ku ji bo pêşî li kuştin, komkûjiyan rawestînin divê her kes herin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP'ê. Mahmût Bîngol (44) jî diyar kir ku gel çiqas zû herin ser sindoqan ewqas baş e û got ku piştî deng bikaranînê mil bidin milên hev û li ber deriyê dibistanan nobeta sindoqan bigirin. 'Bila ciwan heta dawî li qada bin' Ciwanê bi navê Ridvan Bîngol (24) jî bang kir ku piştî deng bikaranînê bila tenê kesên nexweş û ixtiyar biçin malên xwe û wiha got: "Divê ciwan heta encama hilbijartinê diyar nebin kes neçin malên xwe û heta dawî li ser piyan bin. Tiştê herî girîng xwedîderketina dengan e." 'Xwediyê ampulê bê min di mal de bikuje jî ez dengê xwe nadim wan' Pîrejina bi navê Pîroz (75) jî diyar kir ku beriya niha dengê xwe her tim dida AKP'yê lê ew dê êdî nede wan û ev tişt gotin: "AKP jin, dayik, zarokan bi awayek hovane qetil dike. Dibêjin 'em misliman in' lê ya sivîlan qetil dikin. Di mislimantiyê de tiştek wisa tune ye. Vê carê min sond xwariye ku ez dê dengê xwe nedim ampulê. Xwediyê ampulê bê min di malê de bikuje jî ez dê dengê xwe nedime yê." 'Dema deng bê bikaranîn her kes destê xwe deyine ser wujdana xwe' Dayika bi navê Makbule Kaya (51) jî anî ziman ku ew ê xwedî li dengê xwe derkevin û ew dê dengê xwe bidin HDP'ê. Kaya, got ku ew dê serê sibê zû rabin û biçin dengê xwe bikar bînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji bo ev zilma li Kurdistanê bi dawî bibe em dê dengê xwe bidin HDP'ê. Bila gelê kurd êdî hişyar be. Dema deng bikaranîn bila destê xwe deyine ser wujdana xwe." (mr-dt/ea/sa)