Dayikên Aştiyê: Ji ber me fêm dike HDP 2015-10-29 16:00:59 STENBOL (DÎHA) - Dayîkên Aştiyê yên Stenbolê li hemberî konsepta şer bang li hemû kesî kir ku di hilbijartina 1'ê mijdarê de piştgiriyê bidin HDP'ê û wiha got: "Ji ber ku me vê dike û aştiyê dixwaze em dê dengê xwe bidin HDP'ê. Di 1'ê mijdara salî borî de hişmendiya digot 'Kobanê ket ha ke' me li wir xist. Di vê 1'ê mijdarê de heman hişmendiyê em dê li Tirkiyeyê têk bibin." Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê bang li hemû kes kir ku li hemberî konsepta şer a ji aliyê AKP'ê û Erdogan ve hatî destpêkirin di hilbijartina 1'ê mijdarê de piştgiriyê bidin HDP'ê. Dayîka Aştiyê Ezîne Dal diyar kir ku partiya aştiyê pêk bîne HDP ye û bang li kurdên dengên xwe didin AKP'ê kir ku ji şaştiyê vegerin û piştgiriyê bidin HDP'ê. Dayîka Aştiyê Bedîa Gokuz jî diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê hezîranê Serokomar Erdogan şer da destpêkirin û wiha got: "Ji ber ku HDP me û aştiyê fêm dike em dê dengê xwe bidin HDP'ê. Di 1'ê mijdara salî borî de hişmendiya digot 'Kobanê ket ha ke' me li wir xist. Di vê 1'ê mijdarê de heman hişmendiyê em dê li Tirkiyeyê têk bibin." 'Gelên bindest çiqas bibin yek ewqas dê bihêz bibin' Dayîka Aştiyê Dondu Ergîn jî wiha got: "Hişemendiya cemxaneyên me nasnekin em jî nasnakin." Ergîn bang li hemû elewî û gelên bindest kir ku li dora HDP'ê bibin yek û wiha got: "Gelên bindest çiqas bên cem hev û bibin yek ewqas dê bi hêz bibin" 'Îro Erdogan DAIŞ e' Dayîka Aştiyê Aynur Hayat jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li Rojava mizgeft û gor bombebaran kirin îro li Kurdistanê jî AKP goristanên ayîdî HPG'iyan, mizgeft û cemxaneyan bombebaran dike û wiha got: "Îro Recep Tayyîp Erdogan DAIŞ e." Hayat bang li cerdevanan kir ku dest ji çekan berbidin û piştgiriyê bidin HDP'ê kir. (bd)