Ji HDP'ê ji bo muşahidên banga dawî 2015-10-29 12:09:36 STENBOL (DÎHA) - Piştî endamên lijneya sindoqan HDP niha jî di nav hewldana rêxistinkirina muşahidên li ser sindoqan e. Kesên ku dixwazin bibin muşahid dikarin heya roja Şemiyê qeyda xwe li navnîşana barajlariasdagel.org bikin. Ji bo 1'ê Mijdarê çend roj man û li Stenbolê jî Rêxistina Bajêr a HDP'ê ji bo ewlehiya sindoqan lez da xebatên xwe. HDP'ê, ji bo 28 hezar sindoqên ku dê li dibistanên Stenbolê werin danîn, 27 hezar endamên lijneya sindoqan peywirdar kir. HDP niha jî ji bo van sindoqan xebata muşahidan dimeşîne. Yên ku bixwazin bibin muşahid dikarin ji navnîşana barajlariasdagel.org qeyda xwe bikin. Dildarên HDP'ê piştî ku qeyda xwe bikin, erkdarên navçeyan dê li wan bigerin û qertên muşahidiyê bigihînin wan. Roja Şemiyê dawî ye Dê kampanyaya muşahidiyê heya roja Şemiyê saet 17.00'an were meşandin. Rêxistina Bajêr ya HDP'ê jî banga tevlîbûna kampanyayê kir. Pendîk, Beykoz, Maltepe û Uskudar navçeyên sereke ne ku pêdiviya muşahidan heye. (sy)