Belgefîlma ‘Nû jîn’ li Agiriyê hat nîşandan 2015-10-29 09:13:28 AGIRÎ (DÎHA) – Belgefîlma “Nû Jîn” ku berxwedana şervanên YPJ’ê yên li hember çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê berxwe didan li Agiriyê hat nîşandan. Li Agiriyê belgefîlma “Nû Jîn” ku berxwedana şervanên YPJ’ê yên li hember çeteyên DAIŞ’ê vedibêje hat nîşandan. Belgefîlma ku derhêneriya wê Veysî Altay kir û li ser navê Viyan Peyman û Sedat Topçu hat çêkirin li Navenda Çandê ya Semayê hat nîşandan. Ligel gelek welatiyan parlementerên HDP’ê yên Agiryê Leyla Zana, Berdan Ozturk, Dirayet Taşdemir û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî nîşandana belgefîlmê bûn. Beriya nîşandanê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin û temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî belgefîlmê dan. Piştî nîşandanê parlementer Zana axivî û diyar kir ku dîroka kurdan di nav berxwedanê de derbas bû. Zana diyar kir ku ciwanên kurd bi canê xwe, xwe li dinyayê dane qebûlkirin û wiha got: “Ev çete jî bi piştgiriya ne tenê ji aliyê dewletekê ve ji aliyê 4 dewleten ve êrîşê kurdan kirin.” Derhêner Altay jî da zanîn ku berxwedana Kobanê têkoşîna hebûn û nebûna Kurdistanê bû û wiha axivî: “Gelek şervanên ku belgefîlmê de min pê re hevdîtin pêk anîn şehîd ketin. Kobanê rizgar bû lê bi saya sedan qehremanan ev pêk hat.” Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay piştî axaftinan kulîlk û plaket da derhêner Altay û spasiyên xwe pêşkêş kir. (gka/sa)