Seferberiya ji bo sindoqan 2015-10-29 09:07:00 AMED (DÎHA) - Li Amedê rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnas ji bo ewlehiya sindoqên hilbijartina 1'ê mijdarê zend û bendê xwe badan. Komîsyonên ji hêla ÎHD, Baro û MHD'ê ve hatine avakirin heta dengdayîn bi dawî bibe dê ji ser sindoqan veneqetin. Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnas bnag li her kesî kirin ku biçin dengê xwe bi kar bînin. PJi bo hilbijartina 1'ê mijdarê 2 roj man û mijara herî zêde tê nîqaşkirin mijara "ewlehiya sindoqan e". Di salên 90'î de "ewlehiya" sindoqan di bin destê polîs û leşkeran debûn, di salên 2000'an de pisûlayên li ser çopan hatin dîtin û herî dawî bi hîleyên cur bi cur mora xwe li hilbijartinan xist. AKP vê hilbijartinê ji bo xwe wekî hebûn û tunebûnê dibîne û ev yk fikarên ku serî li hîle û sixtekariyê bide zêdetir dike. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku li cihê ku operasyonên leşkerî û siyasî didomin mirov nikare qala ewlehiya hilbijartinê bike. Bîlîcî got ku bi operasyonan re gelek herêm wekî "herêmên ewlehiyê yên taybet" hatine îlankirin û ev jî nîşan dide ku hilbijartin di bin siya qedexeyan de derbas bibe. Bîlîcî xwest ku demildest dawî li operasyonên leşkerî û siyasî were. ÎHD dê heta dawiyê li ser sindoqan be Bîlîcî anî ziman ku wan fikarên xwe yên der barê hilbijartinê de di hevdîtinên bi Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (AGÎT) û Lijneya Hilbijartinêya Bilind re anîne ziman. Bîlîcî derbirî ku ew ê hilbijartinên 1'ê mijdarê ji nêz ve bişopînin. Bîlîcî got ku bi alîkariya komîsyonên avakirine der barê binpêkirinan de rapor bê amadekirin û ev rapor wê bi AGÎT û raya giştî re parve bikin. Bîlîcî li ser girîngiya hilbijartinê jî rawestiya û ev bang l gelê Kurdistan û Tirkiyeyê kiri: "Ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin û xwîn raweste divê her kes biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin." Baro maseya krîzê ava kir Yek ji saziyên ku ewlehiya hilbijartinê ji nêz ve bişopîne Baroya Amedê ye. Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Abdullah Çager der barê xebatên baroyê de agahî da. Çager diyar kir ku ji bo pêşiya bêhiqûqiyên di roja hilbijartinê derkevin bigirin û demildest mudaxaleyî wê bikin komîsyonek avakirine. Çager anî ziman ku wekî baro maseya krîzê avakirine û heta karê hilbijartinê neqede ew ê bixebitin Çager bilêv kir ku ji bo ji şer re bêjin "na" ag li her kesî kir dengê xwe bi kar bînin. MHD bi 250 parêzeran sindoqan biparêzin Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) ya Amedê Şivan Ozen jî anî ziman ku vê carê ewlehiya sindoqan ji 7'ê hezîranê girîngtir e. Ozen destnîşan kir ku Amedê û navçeyên wê roja hilbijartinê 90 parêzer dê bixebitin û got ku ev hejmar bi parêzerên dildar zêdetirî 250 parêzeran be. Ozen bang li her kesî kir ku için ser sindoqan. (wk)