Şaredariya MHP'î gefa dengdayînê li kedkaran xwar 2015-10-29 09:04:12 EDENE (DÎHA) - Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê 13 kedkarên şaredariyê bi komî li rêxistinê MHP'ê yên bajar û navçeyên Edeneyê kom kir û gefa dengê xwe bidin partiya wan likedkaran xwarin. Kedarên çûn avahiyên MHP'ê diyar kir ku gefa "Hûn ê dengê xwe bidin me. Heke hûn nedin me em ê we ji kar derxin. Jixwe Ocaxên Ulkucuyan jî nerehet e. Em qîma xwe tenê bi derxistina we naynin; em ê tiştên din jî bi serê we bînin." Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bang li 13 hezar kedkarên li cem dixebitin kir ku biçin rêxistinên MHP'ê yên bajar û navçeyên Edeneyê. Hat îdiakirin ku gefa "dengê xwe bidin MHP'ê, heke nedin wê wan ji kar derxin" xwar. Kedkarên şaredariyê hefteyeke bi komî birine avahiyên xwe û ji hêla rêveberên MHP'ê ve hatine tehdîdkirin. Kedkarekî şaredariyê ji ber tirsa ji kar were derxistin nexwest navê xwe bibêje got ku hemû agahiyên wan li rêxistinên MHP'ê hatine girtin û heta bê kî li kîjan sindoqê dengê xwe bi kar bîne ligel xwe nevîsandine. 'Vîna me dîl digirin' Kedkarê şaredariyê got ku bi komî bang wan kirine û ev tişt anî ziman: "Namzetên MHP'ê jî tevlî hevdîtinê bûn. Ji me re digotin 'heke hûn dengê xwe nedin me em ê we ji kar derxin'. Dixwestin bi me re 15 kesên din jî dengê xwe bidin MHP'ê. Ew ê li sindoqên ku em ê dengê xwe bi kar bînin binêrin û li gorî wê biryara bê me bixebitînin an na, dê bidin. Bi vî awayî hewl didin vîna dîl bigirin." 'Jixwe Ocaxên Ulkucuyan jî nerehet e' Kedkarekî din ê şaredariyê jî diyar kir ku duh li avahiya MHP'ê ya Seyhanê bang wî kirine. Kedkarê şaredariyê îdia kir ku ji bo dengê xwe bide wan gef lê xwarine û wiha axivî: "Gelek car bi telefonê li min geriyan û xwestin ez jî tevlî civînê bibim. Ji ber ku li ser hev li min geriyan ji neçarî ez çûm." Kedkarê şaredariyê tiştên jê re gotine wiha anî ziman: "Êdî sebra me nemaye. Em nikarin ji xebatên xwe jî fêdeyê bigirin. Xebatkarên me dengê xwe didin partiyên din. Em zanin bê hûn ê di kîjan sindoqê de bi kar bînin û dengê xwe bidin kîjan partiyê. Êdî hûn ê dengê xwe nedin partiyên din û dengê xwe bidin me. Heke hûn dengê nedin me em ê we ji kar derxin. Jixwe di vê mijarê de Ocaxên Ulkucuyan jî nerehet e. Em qîma xwe tenê bi derxistina we naynin; em ê tiştên din jî bi serê we bînin. Divê hûn vê yekê zanibin. Her wiha ji bilî we hûn ê 30 kesên din jî bib^nin û dengê xwe bidin me. Heke hûn wisa nekin em ê we ji kar derxin." Kedkarê şaredariyê ew vê tundiya li ser wan tê meşandin qebûl nakin û wiha pê de çû: "Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bidin partiya xwe." (wk)