HDP bi 'pergala şopandina sindoqan' pêşiya 'diziya sindoqan' bigire 2015-10-29 09:02:34 STENBOL (DÎHA) - Li Stenbolê 28 hezar sindoq tên danîn û HDP ji bo pêşiya hîleyên di hilbijartinê de tên kirin bigire lez da xebatê muşahidiyê. HDP hewl dide bi 'pergala şopandina sindoqan' pêşiya 'diziya sindoqan' bigire. Berpirsê Navenda Ragihandin û Agahdariyê ya HDP'a Stenbolê Haluk Agabeyoglu diyar kir ku bi vê pergalê encamên ji muşahîdan bigirin dê rasterast ragihînin pergala elekronîk a Enqereyê. Agabeyoglu anî ziman ku bi vê yekê re ew ê hem îmze û hem jî wêneyê girtekan jî bigirin. Li Tirkiyeyê 54 milyon û 75 hezar û 851 hilbijêr dê roja 1'ê mijdarê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Di hilbijartinan de mijara herî zêde tê nîqaşkirin yek jê ewlehiya sindoqan e. Saziyên sivîl û partiyên siyasî ji bo ewlehiya sindoqan bigirin ketine nava liv û tevgerê. Partiya ku herî zêde girîngiyê dide vê mijarê HDP ye û ji niha de lez daye xebatên xwe yên muşahidiyê. HDP bi 'pergala şopandina sindoqan' hewl dide pêşiya vê yekê bigire HDP di hilbijartina 7'ê hezîranê de li Stenbolê zêdetirî milyonek deng wergirt û ji bo pêşiya hîleyên ser sindoqan bigirin lez da xebatên xwe yên muşahidiyê. Li Stenbolê 28 hezar sindoq li hezar û 800 dibistanên 39 navçeyan bên bicihkirin. HDP ji bo li ser hemû sindoqan muşahîdan deyne lez da xebatên xwe yên peywirdarkirina muşahidan. HDP di vê hilbijartinê de bi girtina sindoqan seat ji 17.00'an şûnde bi "pergala şopandina sindoqan" hem îmze û hem jî wêneyê girtekan jî bigirin. Dê wêneyê girtekan bigirin Berpirsê Navenda Ragihandin û Agahdariyê ya HDP'a Stenbolê Haluk Agabeyoglu der barê xebatên xwe de agahî da. Agabeyoglu wan li hemberî sixtekariya dengan ên AKP'ê "pergala şopandina sindoqan" ava kirine û bi vê pergalê xwedî li dengê xwe derkevin. Muşahid bi vê pergalê encamên sindoqan rasterast dê bişînin ergala elekronîk a Enqereyê. Agabeyoglu anî ziman ku bi vê yekê re ew ê hem îmze û hem jî wêneyê girtekan jî bigirin. Agabeyoglu bilêv kir ku ew di aliyê xwedîderketina sindoqan de bi biryar in û ev tişt anî ziman: "Em ê bi vê pergalê hakîmî sindoqan bin û xwedî li dengê xwe derkevin." Agabeyoglu got ku dê seat ji 08.00'an de bi destpêkirina dayîna dengan heta bidawîbûna dayîna dengan li ser sindoqan bin. Agabeyoglu derbirî ku heke encamên YSK'ê û yên wan hev negirin ew ê demildest îtirazî encaman bikin. 'Dengê xwe bi kar bînin û xwedî li dengê xwe derkevin' Agabeyoglu bi bîr xist ku kampanyay wan a muşahidên dildar didome û bang li her kesî kir ku ji bo muşahidiyê serî li wan bidin. Agabeyoglu anî ziman ku welatî dikarin li ser malpera "barajlariastagel.org" serlêdanê bikin. Agabeyoglu ev bang li her kesî kir: "Divê teqez biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Bi vê re xwedî li sindoqên xwe derkevin." (wk)