Li baxçeyê gelan Hatayê dê terciha gelan aştî be 2015-10-28 09:12:54 ERDOGAN ALAYUMAT HATAY (DÎHA) - Hatay bi gelên elewî, sunnî, xirîstiyan, tirk, kurd, ereb, ermen û çerkes weke baxçeyê gelan e û li baxçeyê gelan HDP be bi serkeftinê ve diçe. Armanca HDP'ê ew e ku 58 hezar dengên di hilbijartina 7'ê hezîranê de girtin zêde bike û wekîlê bi dengên gelek kêm winda kirî bigire û bişîne meclîsê. Gelên li Hatayê di bin siyas şerê Suriyeyê de dijîn jî gotin ew dixwazin piştî hilbijartina 1'ê mijdarê li welat demokrasî pêk bê. HDP'ê di 7'ê hezîranê de serkeftinekî mezin bi dest xist û di hilbijartinên 1'ê hezîranê de bi îdîaye û ji wan navenda yek jî Hatay e. HDP bi dirûşmeya "bi israr aştî" xebatên xwe li Hatayê didomîne û welatiyên bajar ji ber polîtîkayên AKP'ê û helwesta piştî hilbijartina 7'ê hezîranê nîşandayî piştgiriyekî bi hêz didin HDP'ê. HDP'ê di hilbijartinên 7'ê hezîranê de 58 hezar deng li bajar girtin û ligel vê yekê wekîl dernexist lê di 1'ê mijdarê de wekîlekî dê derbixin û bişînin meclîsê. Bi taybet li navçeyên Samandag, Harbiye, Defne û Antakyayê yên bi polîtîkayên nîjadperest li hemberî kurdan dijminahî pêk tê li hemberî HDP'ê pêşdarazî şikestin. Gelê Hatayê ji ber nêzî sînorê Rojavaye geşedanên Kobanê di nêz de şopandin û ji daxuyaniyên AKP'ê yên di demên dawî de li hemberî PYD û Rojava nerihet in. Hilbijartên ji ber gotinên hikûmetê yên dê dengê xwe bidin HDP'ê kêm nîn in. Ligel çeteyan deng ji bo HDP'ê ne Navçeyên Reyhanli,Kirikhan, Altinozu, Yayladag û Hassan ên li ser sînorê Suriyeyê bûyer baregeha çeteyên DAIŞ, El Nusra û çeteyên din. Gelê herêmê ji vê yekê gelek neriyet e û gel dixwaze mexduriyeta wan ji ber şer çêbû ji holê bê rakirin. HDP'ê di hilbijartina 7'ê hezîranê de li navçeyên sînor serkeftinekî dîrokî bi dest xist û di vê hilbijartinê de jî li bendêne ku dengan hêj bêtir zêde bikin. Di 7'ê hezîrana 2015'an de HDP'ê 3 hezar û 779 deng girtin û tê dîtin ku ev hejmar dê di 1'ê mijdarê de gelek zêde bibe. Gundên ereban nazmetên HDP'ê hembêz dikin Li Hatayê beşek mezin komên baweriyê ji HDP'ê re helwest nîşan dan û bandora namzetên elewiyên ereben ên HDP'ê nîşandan gelek zêde ye. Bi taybet gundên girêdayî navçeyên Samandag û Antakya eleqeyekî mezin nîşanî HDP'ê didin. Li gundan bi taybet li hemberî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş eleqeyek mezin heye. Li malan posterên Demîrtaş hatine daliqandin û li gundên di 7'ê hezîranê de neçûnê bi girseyî civînên gel tên lidarxistin. Wekîlê di 7'ê hezîranê de bi dengên kêm hatî windakirin dê di 1'ê mijdarê de bişînin meclîsê HDP li tevahiya Hatayê bi rihê seferberiyê xebatên xwe dimeşîne û di hefteya dawî de ligel hemû êrîşan xebatên bi hêz dike. HDP'ê di 7'ê hezîranê de bi 5 dengan wekîlek winda kir û lê di di 1'ê mijdarê de wekîlê xwe bişîne meclîsê. (bd)