Li Edeneyê ji bo ewlehiya hilbijartinê heyat ji 50 kesan pêk tê hat avakirin 2015-10-28 09:10:03 EDENE (DÎHA) -ÎHD û ESHÎD li Edeneyê dê ewlehiya hilbijartinê bi heyat ji 50 kesan pêk bişopîne. ÎHD û ESHÎD'ê diyar kir ku ewlehiya hilbijartinê peywira her welatiye û bang li welatiyan kir ku xwedî li sindoqan derbikevin. Piştî hilbijartina 1'ê mijdarê nêz bû nîqaşên ewlehiya hilbijartinê jî zêdebûn û di vê mijarê de rêxistinên sivîl û partiyên siyasî seferber bûn. Li Edeneyê ÎHD û Komeleya Şopandina Mafên Wekhev (ESHÎD) diyar kirin ku di mijara ewlehiya sindoqên hilbijartinê yên bajar dê bi hev re tev bigerin. Heyat çavdêran a ji 50 kesan pêk tê û girêdayî ÎHD'ê ye serî li YSK'ê da û dê binpêkirinên mafên mirovan bişopîne. Welatiyên rastî binpêkirinên mafên mirovan tên dê bi telefonên li ser medyaya civakî tên weşandin bihijin heyetê. Hevserokê Şaxa ÎHD2ê ya Edene Sema Peynîrcî diyar kir ku roja hilbijartinê dê bi 10 ekîbên ji 5 kesan pêk tên xebatên xwe bimeşînin. Peynîrcî anî ziman ku kesên li qadan li hemberî gefên ewlehiya hilbijartinê yên fîlî dikarin bi girdekên di destê xwe de kar bikin û ligel binpêkirinên mafên mirovan dê tesbîtan bikin rapor û pişt re dê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Peynîrcî anî ziman ku di 7'ê hezîranê de rastî gelek pirsgirêkan hatin û ji ber pêvajoya şer kampanyaya şer di şertên edlî de pêk nehatin û di roja hilbijartinê de jî şertên edlî pêk nayên. Peynîrcî bang li hemû kesî kir ku di roja hilbijartinê de xwedî li sindoqan derbikeve û bi baldarî biçin dengê xwe bikarbînin. (bd)