Sendîkayên karkeran: Darbeya dawî karker û ked dê lêbide 2015-10-28 09:09:38 ENQERE (DÎHA) - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku dew dê li hemberî "rejîma kar" a AKP'ê ya bi salane keda karkeran pêşkêşî sermayeyê dike dê di 1'ê mijdarê de bicin ser sindoqan û wiha got: "Êdî 13 sal bes e! Em hatin dawiya pergala ji karkeran birçîbûn, xizanî û mirinê zêdetir tu tişt neanîn. Darbeya dawî jî dê karker û ked lê bide. Qesir dê têk biçe û ked dê qezenc bike."Sendîkayên muxalîf ên girêdayî TURK-ÎŞ'ê jî dê di 1'ê mijdarê de terciha xwe ji "aştî" re diyar bikin. DÎSK û sendîkayên karkeran ên girêdayî TURK-ÎŞ'ê dê di hibijartina 1'ê mijdarê de terciha xwe li hemberî partiyên ked û demokarasiyê pêk bînin û hêj bêtir bi hêz partiyê bişînin meclîsê. Sendîkayan got ew dê di 1'ê mijdarê de dengê xwe bidin "aştî" yê. 'Darbeya dawî jî dê karker lê bidin' Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kanî Beko diyar kir ku HDP'ê serkeftinekî mezin bi dest xist û hilbijartina 7'ê hezîranê ya dawî li desthilatdariya AKP'ê ya 13 salan pêk anî ji bo karkeran jî kêliyekî gelek girîng bû. Beko anî ziman ku di 13 salên serdema AKP'ê de 16 hezar karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan û hejmar karkerên taşeronê 9 qet zêdebûye, grev hatin qedexekirin û dahatina neteweyî ji sedî 30 ket û wiha axivî: "Êdî 13 sal bes e! Em hatin dawiya pergala ji karkeran birçîbûn, xizanî û mirinê zêdetir tu tişt neanîn. Darbeya dawî jî dê karker û ked lê bide. Qesir dê têk biçe û ked dê qezenc bike." 'Divê di 1'ê mijdarê de dawî li eyba mirovahiyê bê' Beko da zanîn ku piştî hilbijartina 7'ê hezîranê AKP'ê û Qesrê ji bo desthilatdariya xwe li hemberî gelan şer da destpêkirin û di rewşekî wisa de gelên Tirkiyeyê birin hilbijartina 1'ê mijdarê û wiha pê de çû: "Zarokên xizanan ên ciwan ber bi mirinê ve şandin. Bi vê yekê rihat nebûn destê xwe dirêjî zarok û heya bebikan. Bi vê yekê jî rihet nebûn li ser cenazeyan dest bi siyasetê kirin. Ji bo Xwedê di kîjan ol û pirtûkê de îşkencekirina cenazeyan qebûl dike? Di kîjan pirtûkê de texrîpkirina goran heye? Cenazeyan nadin malbatan û ji wan cenazeyê Azîz Guler mînak e. Divê di 1'ê mijdarê de dawî li vê eyba mirovahiyê bê anîn." Beko bilêv kir ku weke DÎSK dê li hemberî dîktatoriya yek kesî rewestin û hedefa wan komarekî demokratîk e û wiha axatina xwe berdewam kir: "Çawa di 7'ê hezîranê de me alîgiriya partiyên ked, aştî û demokrasiyê diparêzin kri em dê di 1'ê mijdarê de jî bi hêz vê yekê bidomînin. Ji ber vê yekê divê hemû karker li hemberî kesên şer li hemberî wan dan destpêkirin bi hêz rawestin. Dengên xwe bidin partiya ked, demokrasî û aştiyê diparêzin." TUMTÎS: Divê tecriha me ji aştiyê re be Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Barkirinê (TUMTÎS) Kenan Ozturk jî diyar kir ku piştî 7'ê hezîranê fatureya şer û kaosa li welat dan destpêkirin ji kedkaran re hat birîn. Ozturk anî ziman ku divê şer li Tirkiyeyê li hemberî gelan hatî destpêkirin bi dawî bibe û wiha got: "Tiştên li Enqere hatin jiyîn hovîtiyekî mezin bûn. Ligel hemû agahî di destê hikûmetê de hebûn tu tedbîr negirtin. Divê di 1'ê mijdarê de li hemberî aştiyê tercihek hebe. Divê karker û karmend pevajoya em tê de baş bidin nirxandin. Ez hêvî dikim ku di hilbijartinê de dê ked, demokrasî û aştî serbikeve." 'Tu baweriya hikûmetê tuneye' Ozturk da zanîn ku di pêvajoya hilbijartinê de hikûmetê li hemberî şertên xebatê gelek soz dan lê tu baweriya wan tuneye û wiha pê de çû: "Hikûmet ji muxalefetê re dibêje 'hûnê aboriyê têk bibin hûnê çavkaniyê ji ku bînin' Niha ew bi xwe dibêjin 'em dê buhayê asgarî bikin hezar û 300 TL.' 13 salbûn hûn li ku vebûn. Tu baweriya AKP'ê ya di nava karkeran de nemaye." DERÎTEKS: Bi israr aştî... Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîl, Raçandin û Cerm (DERÎTEKS) Musa Servî jî diyar kir ku bi tirsandin û zextan a li ser gelên Tirkiyeyê desthilatdarî nayê berdewamkirin û wiha got: "Polîtîkayên şer herî zêde zirarê dide cîna karkeran. Divê em vîna maf û azadiyan pêk bîne nîşan bidin.Yên aştiyê dixwazin divê di sindoqê de xwe nîşan bidin." (bd)