'An xwe bigihînin komîsyonên me an jî xwe bigihînîn ser sindoqên xwe' 2015-10-28 09:06:17 AMED (DÎHA) - Piştî Navenda Giştî ya HDP'ê, Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî Komisyona Hilbijartinê ya Bi Tevger ava kir. Ev komîsyon ku kesên di hêla aboriyê de derfetên wan tune ye, wan dişînin cihê ku dengên wan lê. Endamê komîsyonê Şahabettîn Ay, bang li herkesî kir ku di 1'ê mijdarê de dengên xwe bikar bînin û wiha got: "An xwe bigihijînin me an jî xwe bigihîjînin ser sindoqên xwe." Piştî Navenda Giştî ya HDP'ê, Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî Komîsyona Hilbijartinê ya Bi Tevger ku di hilbijartina 7'ê hezîranê de ava kiribû, careke din ava kir. Ev komîsyon di hilbijartina 7'ê hezîranê de li gund, tax, navçe û bajarên Amedê 20 hezar kes kişandibû ser sindoqan. Komîsyon kesên ku di hêla aboriyê de derfetên wan zêde tune ye, bi derfetên partiyê wan dişînin cihê ku dengê xwe bikar bînin. Komîsyon di çerçoveya xebatê de bi fîrmayên otobusên navbera bajaran re peymanê çêkiriye û ji sedî 50 heqê rê xistine. Endamên Komisyona Hilbijartinê ya Bi Tevger Şahabettîn Ay, derbarê xebatên xwe de agahî da û diyar kir ku gelê kurd di hilbijartina 7'ê hezîranê de dev ji karê xwe berdan û bi rihekê seferberiyê tevlî hilbijartinê bûn e. 'Gelek xwandekar serî li komîsyonê dan e' Ay anî ziman ku tevahiyê Kurdistanê, anatolyayê û metropolên Tirkiyeyê endamên komîsyonên wan hene û ev tişt gotin: "Kesê bixwaze biçe welatê xwe û dengê xwe bikar bînîn dikarin serî li vî komîsyonî bidin. Dîsa wek e di hilbijartina 7'ê hezîranê de herî zêde xwendekarên ku li cihên cur bi cur dixwînin, dan e. Em dê di vê hilbijartinî de jî kesên derfetên wan zêde tunebin, em dê bixwe wan bigihîjînin ser sindoqên ku li wir dengê xwe bikar tînin." Ay, destnîşan kir ku hilbijartina 1'ê mijdarê ji bo wan pir girîng e û bang li her kesî kir ku li ku dibin bila bibin divê xwe bigihijînin ser sindoqên xwe û dengên xwe bikar bînin. Her wiha Ay, derbarê ji bo serlêdanê navnîşana medyaya civakî û telefonê xwe yê ragihandinê jî da. Yê bixwaze dikare li ser vê navnîşan û telefonan xwe bigihîjînin komîsyonê: "Navê navnîşana facebookê HDP AMED HAREKETLİ SEÇMEN. Her wiha hejmara telefonan 0507 093 10 86- 0538 642 61 94- 0532 289 70 21." (mr/ea/bd)