Ji xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê banga seferberiyê 2015-10-28 09:05:37 AMED (DÎHA) - Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê mijdarê re xebatên xwe yên di nava kampusê de bi hêz xistin. Gelek xwendekar dê ji Zanîngeha Dîcleyê ber bi bajarên Tirkiye û Kurdistanê ve biçin û dengên xwe bikarbînin. Xwendekaran diyar kir ku ew ji bo hesaba komkujiyên li Kurdistanê pêktên bipirsin dê biçin dengên xwe bikarbînin. Xwendekaran bang li hemû xwendekarên din kirin ku biçin dengên xwe bikarbînin. Pşitî demek kin ji hilbijartinên 1'ê mijdarê re ma seferberiyên ji bo HDP'ê bê navber didome. Yek ji van xebatan yek jî ya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ne. Xwendekarên zanîngehê ji bo xwendekar dengên xwe pêk bînin di nava zanîngehê de xebatên xwe lez xistin. Xebata sereke ya xwendekaran ji bo xwendekar biçin bajarên lê dijîn dengên xwe bikar bînin e. Xwendekaran got ew dê ji bo şer rawestê û hesab komkujiyan bipirsin dê dengên xwe bidin HDP'ê. 'Em dê ji bo hesaba komkujiyan bipirsin dengên xwe kar bînîn' Xwandekarê Zanîngeha Dîcleyê Rizgar Tekeş diyar kir ku ew dê ji ber hesaba komkujiyên li Kurdistanê pêk tên bipirse dê biçe Şirnexê û dengê xwe bikarbîne. Tekeş anî ziman ku ew ji bo şerê ku AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin ji holê rabikin bi rihê seferberiyê nêzîkê xebatên hilbijartinê dibin. Tekeş da zanîn ku di çarçevoya xebatên wan yê di nava kampusê de 150 xwendekarên ji Şirnex û navçeyên vê dê wesayitên ku HDP'ê amade dike dê herin bajarên xwe û dengên xwe kar bênin û wiha got: "Ev hilbijartin ji bo me pir girînge. Em ê dengê xwe ji bo aşitiyê û biratiyê bidin HDP'ê. Ez bang li hemû xwandekaran dikim ku bila herin dengê xwe ji aşitiyê bikar bînin." Ji bo dengê xwe bikar bîne dê ji Amedê biçe Aydinê Xwendekara bi navê Yelîz Şahîn jî diyar kir ku ew dê ji bo dengê xwe bikar bîne dê ji Amedê biçe Aydinê. Şahîn anî ziman ku ew dê dengê xwe ji bo HDP'ê kar bêne û wiha axivî: "Ez ê deng bide HDP'ê da ku xwîna ji aliyê desthilataran ve tê rijandin bê rawetandin û jin azad bijîn. Ez dixwazim fikr û ramanên xwe di hilbijartinê 1'ê mijdarê de bide diyarkirin. Ez bang li hemû kesan dikim ku bila here li ser sindoqan û dengê xwe bide HDP'ê." 'Armanca HDP'ê jiyanekî hevpar e' Xwandekara bi navê Sevîm Aydin jî balkişand li ser danezana HDP'ê û got ku ji ber ku HDP'ê piranî cih dide jinan û aşitiyê wê dê 22 seatan rê biçe Stenbolê û dengê xwe bide HDP'ê. Aydin destnîşan kir ku dive gel bi rihekî seferberiyê nêzî hilbijartinan bibe û wiha axivî: "Armanca HDP'ê jiyanek hevpare. Biratiyê û aşitiyê dixwaze. Ji ber vê yekê jî ez ê dengê xwe bidim HDP'ê." 'Di 1'ê mijdarê de rola herî mezin a jin û ciwanan e' Aydin da zanîn ku ala HDP'ê jî jinê temsîl dike û wiha pê de çû: "Di nava ala HDP'ê de rengê mor heye. Ev reng jî vîna jinan temsil dike. Di hilbijartinên 1'ê mijdarê de rol û mîsyona herî mezin dikeve ser jinan û cîwanan. Dive hemû cîwan biçin li ser sindoqan û kesên din jî bi xwe re bibe ser sindoqan." (mc-mr/bd)