Gelê Nisêbînê bi rûhê berxwedanê ji bo 1’ê Mijdarê amade ne 2015-10-28 09:02:41 MÊRDÎN (DÎHA) – Gelê Nisêbînê ji bo şerê qesra Erdogan û AKP’ê têk bibe xwe bi rûhê berxwedanê ji bo hilbijartina 1’ê mijdarê amade dike û serkeftina herî mezin a li Tirkiyê li Nisêbînê dê bi dest bixin. Welatiyên Nisêbînê hilbijartina 1’ê mijdarê nirxandin û gotin ku ew ê bi rûhê berxwedana Nisêbînê tevlî hilbijartinê bibin û hemû şer û êrîşên Erdogan û AKP’ê dê vala derbixin. Welatiyan bang li hilbijêrên derveyî Nisêbîn û Mêrdînê kirin ku bên dengên xwe bikar bînin. Li navçeya Nisêbînê ku tu demê li hember êrîş û polîtîkayên desthilatdariya dewletê serî netewandiye, niha jî xwe ji bo hilbartinên 1’ê mijdarê amade dike. Welatiyên navçeyê bi seferberiyê dê biçin ser sindoqan û carek din jî bi rûhê berxwedanê şerxwaziya AKP û şerê qesra Erdogan dê têk bibe. Li navçeyê bi salan e gel li vîna ya siyasî xwedî derketiye û di her hilbijartinê de gelê Nisêbînê bi serkeftinên mezin hilbijartin derbas kirin e. Nisêbînî xwe amade dikin ku bi rûhê berxwedana di 1-6’ê cotmehê de êrîşên hovane yên desthilatdariya AKP têk birin vê carê jî di 1’ê mijdarê de dê di sindoqan de AKP û Erdogan têk bibin. ‘Em ê wî bixin baxaca Torosê û bişînin Enqerê’ Welatiyên Nisêbînê têkildarî hilbijartina 1’ê mijdarê axivîn û nêrînên parve kirin. Yek ji şêniyên Nisêbînê welatiyê bi navê Omer Botî diyar kir ku pêwîste hemû gel ji bo maf, azadî û aşîtiyê piştgiriya xwe bide HDP’ê û gefên Davutoglu yên di mitînga xwe ya Wanê de gotin bîr xist û wiha got: “Ew bi torosan na bi tank û topan me tune bike jî lê em dengên xwe nadin wan. Ev mirov tenê xwînê dixwazin. Lê em xwînê naxwazin. Em ê di 1’ê mijdarê de wî biavêjin baxaca Torosan û wî bişînin Enqerê. Divê ku em li ser gefên wî torosan biponij in û ew gef ne hêsan in.” Botî bang li hilbijêrên derveyî Nisêbînê kir ku hemû kes bê ji bo azadî, aşîtî û biratiyê dengê xwe bikar bîne. ‘1’ê mijdarê roja xîretê ye’ Welatiyê bi navê Alî Sadi jî anî ziman ku bendewariya wan ji hilbijartinê ew e ku 100 parlementeran derbixin û pêwîste gel ji bo parastina şeref û namûsa axa û hebûna xwe xwedî li partiya xwe derbikeve. Sadî destnîşan kir ku dema Erdogan dikeve tengasiyê xwe dike birayê kurdan û dema Erdogan dikeve nav firehiyê bi balafiran êrîşî ser kurdan û pîrozgehên wan dike. Sadî bang li hilbijirên derveyî Nisêbînê û Mêrdînê kir ku bên dengên xwe bikar bînin û got ku hatin hilbijêran xwedî derketina xîretê yê. ‘Li hember zilmê şiyar bibin’ Hemwelatiyê bi navê Mêhdî Akyuz jî bi lêv kir ku îro roja xwedî derketina nirx û hebûnê ye û got ku êdî dema ku ew ji hemû êrîşên AKP û Erogan re bêj in bes e hatiye. Akyuz da zanîn ku pêwîste kesên çavên xwe ji zilmê re girtine şiyar bibin û wiha got: “Ma qey êdî hûn Kobanê, Rojava, Şirnex, Cizîr û Nisêbînê nabînin. Wê heta kêngê wiha li ser me êrîş bidom in. Em ê heta kêngê ji desthilatdaran re xulamiyê bikin. Rêyek me heye ew jî serkeftin e.” ‘Piştgiriya HDP’ê dawî anîna mirina karkerên demsalî ye’ Helbestvan Mahmudê Bohtî jî diyar kir ku eger ku ew nexwazin dayik bigirîn, çiyayên wan bişewitin, maf û hiqûq wan bê nasîn, mafê perwedehiyê û aboriyê bê nasîn û karkerên demsalî li ser rêyan jiyana xwe ji dest nedin pêwîste herkes dengê bide HDP’ê û got ku pêwîste kes dengê xwe nede Erdogan û hevkariya şerê wî. Bohtî anî ziman ku ji bo ew hovîtiya cenazeyan li pey wesayîtan dixin û qetliyamên li ser wan pêk tên bibînin roja 1’ê mijdarê di sindoqan de bersiva herî bi bandor bidin AKP û Erdogan û got ku xwedî derketina HDP’ê xwedî derketina biratiya gelan e. Li hibijêran banga xwedî derketinê Welatiyê bi navê Abdulkerîm Kayran jî bang li hilbijêrên derveyî Nisêbînê kir ku bên dengên xwe bikar bînin û got ku dema hemû hilbijêr roja hilbijartinê amade bin dê qesr û sultaniya Erdogan bi serî wî ve hilweşîn in. ‘Em ê rûhê berxwedana şerê wan têk bibin’ Dayika bi navê Necîme Gozmen jî destnîşan kir ku dê ew bi ruhê berxwedana Nisêbînê biherikin ser sindoqan û got ku çawa hemû êrîşên AKP’ê li Nisêbînê vala derxist dê roja 1’ê mijdarê jî bi rûhê berxwedanê şerê Erdogan û AKP’ê têk bibin. Gozmen got ku ew ê bi encama serkeftina HDP’ê Erdogan paşpaşkî li kerê siwar bikin û got ku bila Erdogan baş dizanibe ew xelas nabin û ew wek tovê parparê li her deverê şîn dibin. (bg/ea/bd)