Gelê Cizîrê: Em ê hesabê komkujiyê di 1'ê Mijdarê de bipirsin 2015-10-27 09:10:12 ŞIRNEX (DÎHA) - Gelê Cizîrê ku rastî komkujiyên herî giran ên hikûmeta AKP'ê hatin diyar kirin ku ewê hesabê komkujiyan di 1'ê Mijdarê de ji AKP'ê bipirsin. Cizîrî ji bo guherandina cihê sindoqan jî gotin çi dibe bila bile ewê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Navçeya Cizîr a Şirnexê ku ji ber vîna rêveberiya cewherî rastî êrîşên herî giran a dewletê hat û di nav 9 rojên rewşa awarte de zarok û pîr jî di nav de 22 kes ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin qetil kirin, li gel xebatên avakirina pergala rêveberiya cewherî amadekariya hilbijartina 1'ê Mijdarê jî dike. Gelê Cizîrê ku balê kişandin ser feraseta komkujiyê ya dewletê diyar kirin ku dê hesabê komkujiyan di 1'ê Mijdarê de ji AKP'ê û dewletê bipirsin. 'AKP xwîn û hêsirê çavan e' Esnafê bi navê Adil Abay anî ziman ku ji ber HDP li hemberî polîtîkayên komkujiyê, biratiya gelan û aşitiyê diparêzê dê dengê xwe bide HDP'ê û wiha axivî: "AKP ji bilî xwîn û hêsirê çavan pê ve tu tiştek nayne. Li ser axa me jiyana zindanê bi me dide jiyin. Feraseta dewletê hewl dide me li malên me, taxên me hepis bike. Emê jî li hemberî vê yekê piştgiriya partiya ku azadiyê diparêze bikin. Dê gelê Cizîrê beguman hesabê komkujiyan bipirse. Emê vê jî di 1'ê Mijdarê de nîşan bidin." Welatiyê bi navê Mehmet Batur jî destnîşan kir ku herkesê ku rastiya Kurdistanê dibîne dê li hemberî AKP'ê deng bide HDP'ê û wiha got: "Welatiyên Tirkiyeyê tenê bila li Cizîrê binêrin û bi wijdan hesabê van komkujiyan bipirsin." 'Çi dibe bila bibe emê biçin ser sindoqan' Yek ji kesên ku bertek nîşanê komkujiyên AKP'ê da jî ciwanê bi navê Mehmet Şefîk Akbaş e. Akbaş got ku ew bi qedexeya derketina derve paş ve gav navêjin û wiha berdewam kir: "Em wekî ku natirsin di 1'ê Mijdarê de jî li hemberî AKP'ê refên xwe diyar bikin û dengê xwe bidin HDP'ê. Ji bo rê li ber vê bigirin cihê sindoqan diguherînin lê çi dibe bila bibe emê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin." 'Dê gelê Cizîrê komkujiyan ji bîr neke' Welatiyê bi navê Îdrîs Yaşar jî diyar kir ku gelê Cizîrê dê komkujiyên dewletê ji bîr neke. Yaşar jî balê kişand ser veguhestina sindoqan û got "Em ê li hemberî hemû zextan biçin ser sindoqan û hesabê tiştên ku em rû bi rû man bipirsin." Esnafê bi navê Nîmet Akalin jî got AKP'ê mirin û kaos aniye Cizîrê û ji bo veguhestina sindoqan jî got "Sindoqan me ne ku bibin taxek cûda, bibin welatek cûda jî emê ji bo hesabê komkujiyan bipirsin biçin ser sindoqan û ji bo aşitî û aramiyê li gel HDP'ê bin." (sy)