Ji ciwanên Kurdistanê banga xwedîderketina hilbijartinê 2015-10-27 09:08:46 AMED (DÎHA) - Ciwanên Kurdistanê di serî de bang li hemû ciwanan kirin ku bi rihê seferberiyê xwedî li hilbijartina 1'ê Mijdarê derbikevin. Ji hilbijartina 1'ê Mijdarê re çend roj man. Ciwanên ku piştgiriyê didin HDP'ê bang li hemû kesan kirin ji bo ku AKP carekê din şer nede destpêkirin dengên xwe bidin HDP'ê. Endama Meclîsa Jinên Ciwan û Azad Ayşegul Ay diyar kir ku di 13 salên desthilatdariya AKP'ê de hejmara komkujiyên ku li hemberî jinan pêk hatine zêdetir bûye. Ay destnîşan kir ku ji bo ku komkujî û polîtîqayên şîdetê yên li hemberî jinan zêdetir nebe ew dê di 1'ê Mijdarê de dengê xwe bide HDP'ê. Ay anî ziman ku çi dibe bila bibe divê her kes di 1'ê Mijdarê de biçin dengên xwe bikar bînin. Ay her wiha bang li her kesî kir ku tenê ne deng bikaranîn, divê ji bo muşahîd û peywirdariyê jî herin ser sindoqan û xwedî derbikevin. 'Em ê hesabê komkujiyan di sindoqan de bipirsin' Endamê Meclîsa Ciwanan a KCD'ê Onurcan Aykut jî da zanîn ku giringiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji ber komkujiyên ku li hemberî kurdan pêk tên girîngtir bûye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di 13 salan de AKP'ê gelek komkujî pêk anîn. Herî dawî li Pirsûsê komkujî pêk hat û min di wir de hevalên xwe winda kir. Ji ber vê yekê ez ê hesabê hevalên xwe di sindoqan de bipirsim." 'Dê kurd carekê din bersiva AKP'ê bidin' Endama Federasyona Komaleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) Jiyan Abdussemedoglu jî anî ziman ku bi xebatên hilbijartina 7'ê Pûşberê encamekî xurt bi dest xistine û dê vê encamê di hilbijartina 1'ê Mijdarê jî bi dest bixin. Abdussemedoglu got ku AKP'ê hilbijartina 7'ê Pûşberê tune hesiband û wiha pê de çû: "Lê em ê wekî gelê kurd di 1'ê Mijdarê de carekê din bersiva AKP'ê di hilbijartinê de bidinê. Li hemberî biryara Lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) bi hinceta ewlehiyê cihên gelek sindoqan hatin guhertin. Armanca AKP'ê û Erdogan ew e ku bi guhertina cihên sindoqan mirov nikaribin dengê xwe bikar bînin û encamekî li gorî dilê xwe bi vî awayî ji hilbijartinan bigirin." Abdussemedoglu destnîşan kir ku ji bo ew ji şerê ku ji aliyê AKP'ê hatiye destpêkirin bêjin êdî bes e, divê di serî de ciwan û hemû kes berê xwe bidin sindoqan û ev bang kir "Ev hilbijartin ji hilbijartina 7'ê Pûşberê girîngtir e. Li hemberî şerê topyekûn, seferberiyê topyekun îlan bikin û ji şerê qirêj re bêjin êdî bes e." (ua-db/ea/sy)