Waliyê Agiriyê soza xwe girt! 2015-10-27 09:07:06 AGIRÎ (DÎHA) – Gundiyên Azê ya navçeya Avkevira Agiriyê ji ber ku di hilbijartina 7'ê Pûşberê de dengê xwe dan HDP’ê ji xizmetê bêpar têne hiştin. Waliyê Agiriyê Musa Işin meha borî bi keyayên gund re civînek lidarxistibû û gotibû "Di gundê we de herî zêde deng ji HDP'ê re derketiye. Beguman dê ji gundê we re xizmet neyê dayîn." Bi nêzîkbûna hilbijartinên 1’ê Mijdarê zordestiya rayedarên wekî karmendên AKP’ê dixebitin jî bi taybetî li ser hilbijêrên HDP’ê zêdetir dibin. Ji ber ku li gundê Azê ya Avkevira Agiriyê ku di hilbijartinên 7’ê hezîranê de piraniya dengan ji HDP’ê re derketibû, xizmetên ji aliyê saziyên fermî dihatin kirin jî hatin birîn. Ligel birîna xizmetan jî keyayê gund îddia kir ku piştî hilbijartina 7’ê Pûşberê, dozgeriyê peywirdarên sindoqan aniye ba xwe û pirsa "Ji bo çi hemû deng ji HDP’ê re derketin?" pirsiye. Dozgerî ji dengê HDP’ê aciz bûye! Keyayê gund Mehmet Ali Budak ku ev 2 serdem in keyatiyê dike diyar kir ku piştî hilbijartinê hemû xizmetên ji gund re dihatin kirin betal bûne. Budak destnîşan kir ku hin rayedarên di saziyên fermî de dixebitin ji bo ku dengê xwe didin HDP’ê tên tehdîtkirin û wiha got: “Dozger jî dema peywirdarên sindoqan civand, pirsa 'Ji bo çi hemû deng ji HDP’ê re derketin?' ji wan kiribû. Her wiha dozger ji wan re gotibû ‘Ev deng hemû di bin zordariya PKK’ê de hatine bikaranîn.'” Ji sindoqê HDP derket, xizmet rawestiyan! Budak da zanîn ku Gerînendetiya Xizmetên Civakî ya Walîtiya Agiriyê beriya hilbijartinê gelek caran alîkarî dida gundiyên xizan lê belê piştî hilbijartinê hemûyan birî û wiha berdewam kir: “Ji bo rêya stabîlîze ya gund çavkanî jî hatibû veqetandin. Lê çavkanî ji aliyê Yekitiya Xizmetbirinê ya Gundan ve hat rawestandin. Piştî li gund ji HDP’ê re deng derketin ev alîkarî û xizmet jî bi dawî bûn. Tenê ji bo kesên derdora xwe xizmetê dibin.” ‘Kîjan partî ji bo Tirkiyeyê xêr be em jî dengê xwe didin wê’ Budak anî ziman ku ew di bin bandora tu kes û hêzê de deng nadin û wiha berdewam kir: “Ez jî welatiyên di gund de dijîn jî dengê xwe didin partiya ku ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bi xêr be. Ji ber vê jî divê tu cudakarî ji bo gundan neyê kirin.” Pêkanîn, gefa Waliyê Agiriyê bibîr xist Ev pêkanîna neheq a li ser gundan, gotinên Waliyê Agiriyê Musa Işin bibîr xist. Işin di meha Îlonê de li gundê Êranosê bi hemû keyayên gundan re civayabû. Di civînê de keyayek gotibû "Ji gundê me re xizmet nayê kirin. Av û reya gundê me tune ye." Li hemberî van gotinan Walî Işin jî ev bersiv dabû: "Di gundê we de ji HDP'ê re gelek deng derketiye. Beguman dê ji gundê we re xizmet neyê kirin. Ji vê û pê ve gundê we dengê xwe bide kê dê li gor wê xizmet were dayîn." (gka/sy)