HDP dê 60 hezar hilbijêran bigihîne sindoqan 2015-10-27 09:04:11 STENBOL (DÎHA) - HDP'ê ji bo kesên ku li derveyî bajarên ku lê dijîn dengên xwe bikartînin Navenda Koordînasyona Hilbijêrên Bi Tevger ava kir û armanc ew e ku 60 hezar hilbijêran bigihin sindoqên xwe. Ji koordînosyonê Berat Anli bang li hilbijêran kir û got "Em naxwazin kes dengê xwe bikar neynê. Bila herkes serî li me bide emê hemû hilbijêrên xwe bigihînin ser sindoqan." Ji hilbijartina 1'ê Mijdarê re çend roj man û HDP'ê jî leza xebatên xwe zêde dike. Di hilbijartinan de yek ji pirsgirêkên bingehîn jî ew e ku bi sedhezaran hilbijêr li bajarên ku lê dimînin dengên xwe bikar naynin ango sindoqên wan li bajarên cûda ne. HDP ji bo vê pirsgirêkê çareser bike Navenda Koordînasyona Hilbijêrên Bi Tevger ava kir. Armanca koordînosyonê ew e ku 60 hezar hilbijêran bigihîne ser sindoqan û koordînasyon heya niha gihiştiye 20 hezar hilbijêr. Koordînasyon, ji bo çûyîn û hatinan bi fîrmayên otobosan re, komele û federasyonan re hevdîtinên xwe temam kiriye û li bendê ye ku hilbijêr serî li komîteyên rêxistinên HDP û DBP'ê bidin. Koordînasyon dest bi şandina hilbijêran kiriye û bang li hemû hilbijêran dike ku dengên xwe bikar bînin. 'Armanc ew e ku tu deng vala neçe' Ji koordinasyonê Berat Anli da zanîn ku ji Stenbol û Karabukê dest bi veguhestina hilbijêran kirine û wiha axivî: "Em di pêvajoyeke girîng a hilbijartinê de ne. Kesên ku ji ber sedemên aboriyê nikarin biçin dengên xwe bikar bînin bila serî li me bidin. Emê hemû hilbijêrên xwe bişînin." Anli da zanîn ku hedefa wan veguhestina 60 hezar hilbijêran e û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Niha serlêdan baş e. Ji bilî fîrmayên otobosan hilbijêrên ku emê van veguhezînin jî hene." Kesên ku dixwazin xwe bigihînin Navenda Koordînasyonê, dikarin li van jimareyan bigerin: 0530 1052121 0532 5776888 (sy)