'Li hemberî HDP'ê jî li ber xwe bidin!' 2015-10-26 14:11:07 STENBOL (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş karkerên Serapool ên di berxwedanê de ziyaret kirin û diyar kir ku hişmendiya sendîkavaniya zer her diçe belav dibe û divê karker ji vê yekê re destûrê nedin û wiha got: "Weke karker her tim li hemberî desthilatdariyê berxwe bidin. Dema HDP jî bû desthilatdar li hemberî wê jî ber xwe bidin. Desthilatdara teqez ji bo karkeran tiştekî erenî nake. Berê xwe nedina gotinên serokên partiyan ên li qadan dibêjin. Rizgariya karkeran ji têkoşînê re derbas dibe." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş karkerên Serapoola ên bi hinceta sendîkayî ne ji fabrîqyê hatin derxistin û ji bo careke din vegerin kar 103 rojin li ber Fabîrqeya Serapoola berxwe didin ziyaret kirin. Parlementerên HDP'ê Alî Haydar Konca, Beyza Ustun û namzeta HDP'ê ya Stenbolê Serpîl Kemalbey jî bi Demîrtaş re karker ziyaret kirin. Demîrtaş û heyeta pê re li Pendîkê li ber fabrîqeyê Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko û karkeran pêşwazî kir. Karkeran bi dirûşmeyên "Bijî Yekîtiya Karkeran" û "Bijî biratiya gelan" Demîrtaş pêşwazî kirin. Demîrtaş piştî demekê bi karkeran re sohbet kir daxuyanî da. 'Medyaya alîgir berxwedana karkeran nabîne' Demîrbaş balkişand ser pirsgirêkên karkerên Serapoola û diyar kir ku şertên xebatên yên li Tirkiyeyê dijmirovahî ne. Demîrtaş anî ziman ku bi taybet pirsgirêkên karkerên jin dijîn hêj girantir in. Demîrtaş da zanîn ku di nava 9 mehên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 300 karekeran jiyana xwe ji dest dane û tu ewlehiya canê karkeran tuneye. Demîrtaş bilêv kir ku li gelek cihên Tirkiyeyê karker di grevê de ne û lê civak ji vê berxwedanê bêagahî ne. Demîrtaş destnîşan kir ku medyaya alîgir pirsgirêk û berxwedana karkeran nabîne û karker ji bo xwe na ji bo hemû karkerên li Tirkiyeyê têkoşînê didin û berdêlan didin. 'Divê siyaset rîskê bigire û biryarên radîkal pêk bîne' Demîrtaş derbirî kir ku qaseya Wezareta Maliyeyê bi budçeya hilberînên karkeran tejî bûye û lê ji vê tenê ji sedî 10 li karkeran tê belavkirin. Demîrtaş diyar kir ku belavkirina dahatinê bêedalet e. Demîrtaş anî ziman ku Tirkiye ji bo sermeyaya biyanî bîne gotin, "Li bir hêza kar erzan e,canê gel erzan e, canê karker erzan e" û wiha got: "Lê keda kerker pîroz e. Di peymanên ÎLO de ewlehiya canê karker û ewlehiya karker hatiye temînakirin. Heke em bixwazin li Tirkiyeyê bi mirovahî bê jiyîn divê siyaset rîskan bigire û biryarên radîkal pêk bîne." 'Divê razemenî li Artvîn, Wan û Colemêrgê jî bên belavkirin' Demîrtaş da zanîn ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu li hemberî pêşniyara HDP'ê ya buhayê asgariyê bibe hezar û 300 TL. keniya û ev mijarekî henek pê bên kirin nîn e. Demîrtaş bilêv kir ku çareseriya pirsgirêkên karkeran gelek zor nîn e û heke para patronan bê kêmkirin dê çareser bibin. Demîrtaş destnîşan kir ku heke razemeniyên li Stenbol û Kocaeliyê pêk tên divê li Artvîn, Wan û Colemêrgê jî bê belavkirin. 'Ev qedera me nîne' Demîrtaş diyar kir ku Tirkiye li gorî gelek welatan bi awantaj e û dikare têra xwe hilberînê bike, ji ber ku plansaziyeke baş nayê kirin Tirkiye di nava xizaniyê de ye. Demîrtaş wiha got: "Em mecburî van nînin. Jiyankirina van tiştan qedera me nîne. Yên ku aştiyê dixwazin bombebaran dikin. Gaz davêjin kesên ku li mafên xwe digerin. Li Somayê dikujin, pehna davêjin karkeran. Ev nayên qabîlkirin." Demîrtaş bal kişand li ser piştevaniya karkeran jî û wiha berdewam kir: "Em pir in û mafdar in. Em ê li her dergê mafdariya xwe biparêzin. Karkerekî li Colemêrgê divî j ibo karkerên Serapoolê li ber xwe bide. Karkerekî li Stenbolê jî divê ji bo karkerekî li Şirneşê çalakî li dar bixe. Wê demê dê sendîkayên zer û hewldanên hikûmetê pûç bibin." 'Li hemberî îxtidarê li ber xwe bidin' Demîrtaş bilêv kir ku feraseta sendîkavaniya zer her diçe belav dibe û divê kedkar rê nedin vê yekê û wiha axivî: "Wekî karker li hemberî îxtidarê li ber xwe bidin. Heta dema HDP bû îxtidar li hemberî me jî li ber xwe bidin. Îxtidar tu caran ji bo karkeran tiştekî baş nake. Hûn li gotinên ku siyasetmedar li qadan tînin ser ziman nenêrin. Rizgariya karkerar ji têkoşînê derbas dibe." Demîrtaş got ku feraseta ku 3 quruşî ji bo kedkaran zêde dibîne çiya bombebaran dike û butçeya ku ji bo şer tê veqetandin zêdetir ji butçeya ji bo kedkaran tê veqetandin zêditir e û nirxandina "Budçeya herê zêde ji bo ewlehiyê tê veqetandin. Belê ewlehî girîng e lê ya ku ewlehiyê pêk tîne ne şer, çek, top û tifing e, demokrasî ye. Demokrasî dê ewlehiyê pêk bîne" kir. Piştî axaftina Demîrtaş, karkera bi navê Eylem Pinar jî ev tişt anî ziman: "Serokê min me di 7'ê hezîranê de piştgirî da we. Em poşman nebûn. Em ê di 1'ê mijdarê de jî piştgiriyê bidin we." Demîrtaş pirsên çapemeniyê jî bersivand û têkîldarî qetilkirina Dîlek Dogan nirxandina "Polîs, dadgerên ku bi baweriya îxtidarê suc dikin, dê rojekî aşkera bibin. Hûn hemû dê ji ber sucên ku kirine bên darizandin." Demîrtaş bi karkeran re wêne kişand û bi çepikan derbasî Dîlovasi ya Kocaeliyê bû. (sa/bd)