'Dem dema xilasbûna ji AKP'ê ye' 2015-10-26 13:24:00 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Namzetên HDP'ê yên bênavber xebatên xwe didomînin bi hilbijêrên xwe re hatin cem hev. Hilbijêran di serdanên hatin kirin de peyama "Êdî em ji vî AKP a zalîm xwe rizgar bikin. Em naxwazin bira hevdu bikujin. Ji ber vê yekê jî em difirikin ku dema xilasbûna ji AKP'ê hatiye" dan. AMED Di çarçoveya xebatén hilbijatinê de parlamenterê HDP Idrîs Baluken bi heyeteke re çû serdana zêdetirî 10 gundên navçeya Sûrê. Hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê, wekîlê şaredariya Sûrê û endamên meclîsa jî tevlî vê xebatê bûn û çûn serdana gundên Tirelo, Qadî, Simaqê, Milan, Mermerî, Sûtaxa, Tilêlek, Fidêlan, Axwêrana Mezin û ya biçûk. Parlamenter Baluken li gelek gundan li cihên ku gundî lê civiyabûn axivî û derbarê rewşa dawî û armanca van hilbijartinan de nêrînên xwe bi wan re par vekir. Baluken di axaftineke xwe de wiha got: "Armanc û daxwaza me ji van hilbijartinan û ne zêdekirin an jî kêmkirina çend parlementeran e. Lê ji vê armancê wêdetir ev hilbijartin ji bo destnîşankirina statuya gelê kurd e li her çar parçeyên Kurdistanê. Divê kurd di vê pêvajoyê de ji hemû cîhanê re vîna xwe û yekitiya xwe nîşan bidin ku ew amade ne ji bo cihê xwe di Rojhilata Navîn a nû de bigirin.Piştî hilbijartinên 7 hezîranê kurdan ev peyam dan hemû cîhanê û hemû cîhan bi ji bo kurd bibin xwedî statu bi erênî nêz dibe. Tenê hikûmeta AKP li dijî vê yekê derdikeve û bi hemû rêbazên qirêj dixwaze pêşiya kurdan bigire lê kurd dê bi vîna xwe û baweriya xwe riya azadiya xwe bi gavên mezin bi pêşde biçe." Her wiha Baluken di axaftinên xwe de bal kişand ser rêbazên fen û hîleyan ku AKP dixwaze bike û bang li gel kir ku her kes xwedî li dengê xwe derkevin. SÊRT Li taxên Bumbat û Endê yên navçeya Şîrvan ê ya Sêrtê emzatê HDP'ê Kadrî Yildirim çû serdana welatiyan û li vir beşdarî sersaxiya welatiyê bi navê Haci Alî Kasrikê bû. Yildirim û heyeta pê re piştre derbasî Şîrvanê bûn û esnaf ziyaret kir. XERPÊT Namzetên HDP'ê ORhan Demîrbag, Seydalî Porklu bi heyeteke re taxên li herêma Kozovayê ziyaret kir. Welatiyên taxan ev tişt anîn ziman: "Êdî em ji AKP a zalim xilas bibin. Em naxwazin mirin çêbibin. Em naxwazin bira hevdu bikujin. Ji ber vê yekê jî dema ji AKP'ê xilasbûnê hatiye." ŞIRNEX Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê jî bi bernameyên esnaf, tax û hatina cem hev bi gel re xebatên hilbijartinê berdewam dike. Namzeta HDP'ê Aycan Îrmez û rêveberên HDP û DBP'ê jî hene gelek kes li taxa Bahçelîevler bi gel re hatin cem hev. Welatiyan li vir soza di hilbijartinan de derbaskirina bendê dan. Xebatên hilbijartinê piştre bi serdena esnafan re berdewam kir. (sa)