Pîr û dedeyên elewiyan: Hêza yekîtiyê dê AKP’ê têk bibe 2015-10-26 10:05:15 STENBOL (DÎHA) – Pîr, dede û dayikên elewiyan diyar kirin ku ji ber hişmendî û feraseta AKP’ê ya şaş erka AKP’ê tune ku elewiyan bi rêve bibe. Pêşengên elewiyan, anîn ziman ku AKP dê bi Yekîtiya Hêza Demokratîk têk biçe û ji her kesan xwest ku dengê xwe bidin HDP’ê. Piştgiriya nasname, bawerî û rengê cuda ya ji bo HDP’ê mezin dibe. Pîr, dede û dayikên elewiyan piştgirî dan HDP’ê û bertekên xwe yên li hemberî polîtîkayên AKP’ê anîn ziman. Pêşengên elewiyan, diyar kirin ku AKP ji ber hişmendî û feraseta xwe nikare elewiyan bi rêve bibe û zilma wê êdî nayê kişandin. Dayik û pîrên elewiyan, xwestin di 1’ê Mijdarê de her kes ji bo demokrasî, aştî û aramiyê destê xwe bidin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin HDP’ê. Elewiyan xwest her kes biçin ser sindoqê û bi yekîtî û tifaqa xwe AKP’ê têk bibin. 'AKP dê bi Yekîtiya Hêza Demokratîk têk biçe’ Dedeyê elewiyan Mahîr Şahîn, diyar kir ku îro jî Kerbela dubare dibe wiha got: “Dîsa gorên gerîlla, mizgeft û cemxane tên rûxandin. AKP wekî Yezid zilmê dike Divê hemû gel li dijî vê ferasetê bibin yek. Yekîtiya Hêza Demokratîk dê AKP’ê têk bibe. Divê teqez AKP biçe. Ji ber vê yekê divê her kes dema çûn ser sindoqê û deng dan guh bidin wîjdanê xwe.” 'Rayeya vê hişmendiyê tune ku me bi rêve bibe’ Pîrê elewiyan Azîz Guler jî anî ziman ku cihê ku feraseta hezkirin, aştî, aramî û wekheviyê lê tune be elewî jî li wir cih nagirin û wiha got: “Hişmendiya ku warên pîroz hilweşîne, goristanan bombe bike, mirovan li pey xwe kaş bike nikare me bi rêve bibe. Ew erk u rayeya wê tune ku me bi rêve bibe. Ji ber vê yekê em li dijî AKP’ê ne. Îro li Kurdistanê li mirovan zilmê dikin. Qetil dike û dikujin. Ji ber vê erka vê hişmendiyê me bi rêve bibe tune ye.” Dayika elewî Nûran Atmamca jî diyar kir ku AKP partiyek nijadperest û serdest e û ji bo aştî, demokrasî û edaletê xwest her kes dengê xwe bide HDP’ê. Atmaca xwest êdî Tayyip biçe û got “Êdî bes e. Bila Tayyip biçe bes e.” Dayika elewî Elif Akyol jî bang li hemû dayikan kir û xwest êdî ciwan bes bên kuştin û ji ber vê yekê xwest êdî her kes dengê xwe bidin HDP’ê. (mae)