Li hemberî banga îfadeyên peywirdarên sindoqan bertek 2015-10-25 12:01:55 MÛŞ (DÎHA)- Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mûşê bertek nîşanî karmend û kesên di hilbijartinê 7'ê hezîranê de li ser sindoqan peywirdar bûn bangî midûriyeta polîsan hatin kirin û îfadeyên wan hatin girtin dan û wiha gotin: "AKP'ê di 7'ê hezîranê de vîna gel tune hesiband û encama hilbijaratinan nas nekir û darbeya sivîl li dar xist, heman hişmendiyê dixwaze 1'ê mijdarê de jî pêk bîne û ev yekê gava vê kampanyayê ye." Li navçeya Gimgimê ya Mûşê kesên di hilbijartina 7'ê hezîranê de li ser sindoqan peywirdar bûn bangî Midûriyeta Polîsan a Navçeyê hatin kirin û bi îdîaya "hin îmza ji yek destî derketin" îfadeyên wan hatin girtin. Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mûşê têkildarî mijarê de daxuyanî da û bertek nîşanî mijarê da. Di civîna li Nûnertiya Gimgimê ya Egîtîm Senê de Burak Dag axivî û diyar kir ku hinek kesan encama hilbijartina 7'ê hezîranê qebûl nekirin û ev yek di demên dawî de hêj baştir teşhîr dibe û wiha got: "Geşedanên di demên dawî de li Gimgimê derketin holê vê yekê pişt rast dike. Di dema ji hilbijartina 1'ê mijdarê de kin mayî gelek endamên Egîtîm Senê jî di nav de gelek kesên din bangî îfadeyan kirin. Hevalên me yên ji bo îfadeyan gazîkirin di hilbijartina 7'ê hezîranê de peywir digrin in. Hincet jî îmzayên hatin avêtin weke hemû ji destekî derketin e hate nîşandan." 'Dewlet bi xwe jî van îdîayan cîdî nagire' Dag anî ziman ku hevalên wan ên gazîkirin di çarçoveya zagonan de peywira xwe bi cih anîn û tu neyîniyek çênebû û wiha axivî: "Nokteyekî din a girîng hemû kesên ji bo îfadeyan gazîkirin di hilbijartina 1'ê mijdarê de careke din peywirdar in. Dewlet bi xwe jî van lêpirsînan û vê yekê cidî nagire." Dag, da zanîn ku armanca vê yekê hişmendiya AKP'ê ya di hilbijartina 7'ê hezîranê de vîna gel qebûl nekir û encam nas nekirin û di 1'ê mijdarê de jî bidomînin e û wiha pê de çû: "Bi vê pêkanînê hevalên m eyê peywirdar bêbawer bikin e. Dixwazin kesên li ser sindoqan bê bawer û gumandar nîşan bidin." Dag bilêv kir ku ji bo di 1'ê mijdarê de vîna gel bi aweyekî ewle bê nîşandan dê berpirsiyariya xwe bi cih bînin û ligel hemû zex û zordariyan dê karê xwe bikin. (bd)