'Divê AKP di 1'ê Mijdarê de têk biçe' 2015-10-25 09:11:56 ANKARA (DİHA) - Xwendekarên zanîngehan bal kişandin li ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û diyar kirin ku divê gel rêxistinbûna xwe ya cewherî û pêşeroja xwe înşa bike. Ciwanan destnîşan kirin ku ji bo pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê di HDP'ê de ye û nirxandina "HDP bi hêz be û AKP jî têk biçe" kirin. Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê çend roj man. Ciwanên ku beşa herî dînamîk a civakê pêk tînin têkîldarî hilbijartinên 1'ê mijdarê nirxandin kirin. Ciwanan anîn ziman ku pêşeroja wan di perspektîfa ku HDP'ê daniye holê de ye û bangawaziya piştgirîdayîna HDP'ê kirin. Hêvî di HDP'ê de ye Xwendekarê bi navê Uygar Ekuş ê di Ewlehiya Tenduristiya Kar de masterê dike diyar kir ku hilbijartinên 1'ê mijdarê tekane çareserî nîne û divê torên têkoşînê yên din jî bên pêşxistin. Uygar derbirî ku ji ber şerê tê jiyîn dîsa jî encama derkeve girîng e û ligel qatlîaman jî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê hêviyên wî heye. Erkuş xwest di hilbijartinan de HDP bi hêztir derkeve. Xwendekara bi navê Eda Başoglu jî anî ziman ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê hilbijartineke dubare ya nehewce ye û ji ber ku AKP'ê di hilbijartinên 7'ê hezîranê de têkçûn qebûl nekiriye li dijî gelan dest bi êrîşan kiriye. Başoglu wiha axivî: "Di vî hilbijartinê de divê HDP bihêztir bibe AKP jî têk biçe. AKP ne tenê li dijî gelê kurd li dijî karker, kedkar, mirovahî, xweza û hemû tiştên baş û xweşik dijminahiyê dike." Başoglu xwest gel rêxistinbûnên xwe yên cewherî pêş bixe. Denîz Okay a li ODTU'yê xwendekar jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Tişta ku divê em bikin înşakirina demokrasiyê ye." Okay bal kişand li ser biryara bêçalakîbûnê ya KCK'ê jî û wiha got: "KCK biryara bêçalakîtiyê digire lê hikûmet vê yekê naxwaze. Xwezî berdewam bikin wekî helwestekî wisa nîşan didin. Ji ber vê yekê jî divê di 1'ê mijdarê de ji bo AKP'ê bersiv bê dayîn." Xwendekarê bi navê Alî Arda jî pêwîstiya civaka Tirkiyeyê bi Tirkiyeyîbûnê heye û ji ber vê yekê jî hilbijartin divî bi encamên civakî ve bêdestgirtin, ev şer ne tenê li dijî mirov û civakê di heman demê de li dijî xweza û aştiyê ye jî. Arda diyar kir ku her tim minaka salên 90'an tê dayîn lê wan salan bi awayeke veşartî ev tiş dihatin kirin niha bi awayeke aşkera tê meşandin ji bo ev bê guhertin jî divê AKP têk biçe. Arda xwest li dijî hovîtiyê divê civak bi helwesteke hevpar çanda jiyanê ya hevpar ava bike. (sa)