'Sed salan jî şer bê kirin dîsa dê li ser maseyê rûnên' 2015-10-23 16:28:51 BEDLÎS (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li navçeya Norşînê ya Bedlîsê bi rûspiyên civakê re hat cem hev û got divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê alî careke din li ser maseyê bên cem hev û wiha got: "Dewletek dema mijar dibe şer leheng dibe lê dema mijar dibe aştî çima ewqas bertekan nîşan dide. Niha mase qulipandin. Bila li ser maseyê demek dirêj rûnin lê bila bêxwîn be. Kî bêje em ji çareseriya pirsgirêkan re amade ne ji xwe em amade ne. Me mase terk nekir. Em dibêjin bi çek, şîdet û girtinê ev nabe. Sed salên din jî şer bê kirin dê dîsa li maseyê bê rûniştin. Heke di sulhê de xêr hebe divê rûniştina maseyê pêk bê." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Norşînê ya Bedlîsê bi rûspiyên civakê re hat cem hev. Demîrtaş bi riya bejayî ji Bedlîsê hat Norşînê û ji bo nimêja înê derbasî Mizgeftea Selîmiyeyê bû. Hevşaredar û namzetên HDP'ê yên Bedlîsê û gelek kesên din Demîrtaş li ber mizgeftê pêşwazî kirin. Demîrtaş piştî nimêj bi rûspiyên navçeyê û bajar re li Otela Grand Yukselê hat cem hev. Di salonê de pankarta "Bi israr HDP" hat daliqandin. Demîrtaş axaftina xwe bi silavkirinê dest pê kir û diyar kir ku peywira sereke ya HDP'ê çareserkirina pirsgirêkên gel e û wiha got: "Karê siyaset û siyasetmedaran pirsgirêkên civakê çareserkirin e. Karê siyasetmedaran ew e ku hemû kes di nava ewlehiyê de li ser axa xwe jiyana xwe bidomîne pêk anîn e.Yên ji bilî vê yekê bi karên din re mijûl dibin xwe dixapînin. Hemû siyasetmdearên gel xapadin li ser vê axê hatin û çûn. Bûne rêvîn lê mayînde neman û yên li vir mayîn dîsa gel bû. Ji ber vê yek em çiqas ji gel re xizmetê bikim em dê ewqas serkeftî bin." 'Heke me aştî û biratiyê bixwazin divê hemû gel azad bin' Demîrtaş anî ziman ku mirovahî yekemîn caran li ser Mezopotamayayê pêk hat û wiha axivî: "Hêj jiyan li tu cihên cîhanê tuneyî li sre vê axê dest pê kir. Ji ber ku ji roja mirovahiyê bêhn hilgirtî heya niha hemû nirxên mirovahiyê li ser vê axê zêdebûn. Bi hemû pirsgirêkên xwe re zêdebû.Hemû hesab pirsîn jî li ser vê axê çêbûn. Axa me çiqas pîroz be, axa me ewqas bi rondikên çavan û xwînê hat avadan. Li vir xwîn û rondik hene. Mudaxeleyên emperayalîst hene. Dewlemendiyên ser erd û bin erd ên vê axê her tim bûn pirsgirêk. Jiyanekî bi aramî li ser vê axê pêk nehat. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn gelek tevgeran têkoşîn meşand. Em ji wan yek in. Em nabêjin a herî baş em in. Ji bo çareseriya pirsgirêkan bi piştevaniya gel me dest bi rê kir. Di nava têkoşîna me de ji hemû kesan nûner hene. Yên weke me nefirkirin gel hene. Heke me bixwazin bi aştî û biratî bîjîn divê em tenê ji bo xwe azadiyan nexwazin. Ji bo hemû gelan azadiyê bixwazin." Demîrtaş balkişand ser Peyman Medîneyê û wiha pê de çû: "Referansa me Peymana Medîneyê ye. Heke olên jî bilî îslamê xwe di ewlehiyê de hîs nekirin em jî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Medîn ji aliyê konseyekî hevpar ve hat rêvebirin. Di nava wê konseyê de ji her baweriyan nûner her hebûn. Hezar û 400 salî berê hat gotin û ket jiyanê. Serkeftin. Li Medîneyê li ser vê yekê aştî û biratî hat înşakirin. Niha hişmendiya vê yekê tune dihesîbîne ne ji mislimaniyê re û ne jî ji baweriyên din re aramaniyê pêk nayne. Em nikarin îdîa bikin ku her tişt ayîdî me ye. Heke em makezagona dewleta xwe li ser vê yekê înşa bikin tu kes jî hev natirse û dê di nava jiyanekî aramî de bijîn." 'Gelekî bi rûmet dê ber xwe bide' Demîrtaş da zanîn ku dewlet li şuna Peymana Medîneyê yekparastiyê dixwaz pêk bîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Zextên yek ziman, ol û netew pêk tînin. Heke rastiya me wisa çêbibe pirsgirêk çênedibûn. Ne civak, ne xweza û ne jî civakbûna îro li gorî wê ye. Li hemberî civakê yekparastî pêk anîn dê pevçûnan bi xwe re bîne. Mirova ji dayîka xwe çawa hate dinê ayîd wê nîjadê ye. Heke kurd dê kur be ereb be dê erbe be. Heke tu yekparastiyê, zilmê, sirgûniyê û qetilkirinê li hemberî mirovan bînî ew gel jî dê bi rûmet ber xwe bide. Ya me jî dikin ew e. Weke hemû gelên bi rûmet li hemberî yekparestiyê me ber xwe da." Demîrtaş destnîşan kir ku divê mafên gelan ên hatin gaspkirin bên dayîn û wiha axaftina xwe domand: "Ji me re dibêjin dê welat perçe bibe. Bi dayîna mafan welat perçe nabe. Ji vê zêdetir welat dê çawa perçe bibe? Ji xwe perçe bûye. We di dilê civakê de perçe perçe kiriye. Ya em dikin xebatekî lihev anînê ye. Welatên bacê didin dewletê bêgir girêdayî wê dewletê dibin. Wê weke dewleta xwe qebûl dikin." Demîrtaş derbikîr kir ku wan HDP ji bo gefan li kesên din bikin ava nekirin û wiha got: "Bila tu kes jî gefan li me nexwe. Çareya vê yekê wekheviya cewher e. Em dê civakê di her alî de azad bikin. Divê tu kes mudaxeleiyê li wê neke. Tu mafê dewlet û siyasetmedaran ê vê yekê tuneye. Civak di nava xwe de bi xwezayî wê dengê pêk tîne." 'Ên ku civak anîn van rojan alîmên ol in' Demîrtaş bilêv kir ku di van rojan de nîqaşên "heke dewlet nebe we ol winda kiribû" tên kirin û wiha berdewam kir: "Heşa bila li qusurê nenêrin. Hêj dewlet tunebû jî ev gel diçû mizgeftê û îro jî diçin. Ne dewlet misogeriya ol gel e. Peywira belavkirina ol di civakê de ne ya dewletê ya alimên ol e. Pêşengên ol di civakê de ew in. Ên ku civak anîne van rojan ne dewlet alimên ol in." Demîrtaş bilêv kir ku ew partiyeke ku bi keda gel ve li ser piyan disekinin dema kêmasiyên xwe dibînin li ser van nagirin û bi ser de diçin, yên ku kêmasiyên xwe nabînin li ser kêmasiyan digirin dê xwe bixapînin. 'Em dixwazin dewlet li her derê bi adilane nêzîkî me bibe' Demîrtaş destnîşan kir ku yên ku HDP'ê wekî reqîb û dijmin dibînin li hemberî heq û hiqûqê hurmetê nîşan nadin û ev tişt anî ziman: "Em partiyeke siyasî ne. Bi vî re em dikevin hilbijartinan û encameke derdixin. Li hemberî vê yekê hurmetê nîşan nadin. tehamulî vê yekê nakin. Bi zorê hewl didin îradeya gel derxînin lê rêzê nîşan nadin. Ka hûn li dijî îradeya gel û sindoqan bi hurmet bûn? Gelê me bi baweriyeke çû li ser sindopan û îradeya xwe nîşan da. Gote ez li pişt gotinên vî partiyê me. Bila pirsgirêk wekî ku ev partî dibêje bê çareserkirin. Ziman, ol, çand, mezheba min çi ye bela xwve ji min vede, serbest berde. Gel vê dixwaze. Tişta ku hatiye xespkirin dixwaze. Ya duyemîn jî li ser vî axa bi bereket naxwazim bibim gelekî xizan. Xizanî, betalî ne qedera me ye.Ez naxwazim ji bo kar biçim Ewropayê an jî Stenbolê. Norşînî dixwaze li Noşînê zikê xwe têr bike. Em dixwazin dewlet bila li her derê adilane nêzik bibe. Em naxwazin ji dozger û dadgeran bitirsin. Lê îro ev tuneye. Daxwaza sererastkirina van tiştan ji dewletê mafê me ye." 'Sed salan jî şer bê kirin dîsa dê li ser maseyê rûnên' Demîrtaş diyar kir ku mafê gelên ku li ser van axan dijîn ê tevlibûna rêveberiyê heye û wiha got: "Ji me hemûyan bac tê girtin. Lê baca ku ji me xizanan tê girtin ji sedî 80'ê hezîneyê pêk tîne. Dema ev bac tên belavkirin dewlet çi dike. Li wir bê edelatî heye. Ango dema bac girtinê jî belavkirinê jî bêedaletî heye. Divê ev bê sererastkirin. Heta ku ev vê yekê pêk neynin pirsîrêkên me dê neyên çareserkirin." Demîrtaş derbirî ku pirsgirêkên bi vî rengî ji dîrokê heta niha hatine jiyîn û ji bo ku êdî neyê jiyîn derketine rê. Demîrtaş wiha axivî: "Bila êdî ev pirsgirêk bên çareserkirin. Rêveberiya vê li dora maseyeke rûniştin û axaftin e. Em ne rêveberiyeke din teşwîq dikin ne jî ji bo kesekî pêşniyar dikin. Ne ji dewletê re ne jî ji PKK'ê re me pêşniyar kiriye. Em dibêjin bi çek, şîdet û girtinê ve nabe. Sed salên din jî şer bê kirin dê dîsa li maseyê bê rûniştin. Heke di sulhê de xêr hebe divê rûniştina maseyê pêk bê. Rûniştina maseyê nayê wateya bîçûkbûnê ev erdem e. Em kesên dijminên hev din li hev tînin. Demak mijar dibe şer dewlet dibe qehreman lê dema ku mijar dibe aştî çima evqas bertek nîşan dide. Em riya rast û ya heqê nîşan didin. Kî ji vê yekê bireve dê winda bike. Niha mase hate xirakirin. Rûniştina maseyê bila dereng be lê bila bêxwîn be. Kî ji bo çareserkirina pirsîrêkan bibêje em amade ne em jixwe amede ne. Me ew mase neterikandiye. Rabûna li maseyê dê şer be. Heyfa ciwan û mirovên me ye. Heke em hemû zarokên vî welatî bin û heke em wekî welatê hevpar dibînin wê demê em li hemberî nirxên vî welatî rêzdar bin û kîn û nifrînê daynin aliyeke û li maseyê rûnên. Riya rast ev e." Piştî axaftina Demîrtaş civîn bi çapemeniyê re girtî berdewam kir. (sa/bd)