Yuksekdag: Em dê di 1'ê mijdarê de qezenc bikin 2015-10-23 15:35:24 SÊRT (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Sêrtê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin û got gefên hikûmet û alîgirên wan "me ji riya me venagerînin" Yuksekdag got "Di 1'ê mijdarê de vîna azad a Tirkiyeyê dê qezenc bike" û diyar kir ku vê carê wan du caran zêde israr kir û dê dengê xwe bilind bikin. Yuksekdag bang li kesên deng dan HDP'ê û dê bidin HDP'ê wiha kir: "Destûrê nedin roniya dilê we reş bikin. Li hemberî şer û zilmê berxwedana însanî nîşan bidin. Vîna jiyana aştiyê nîşan bidin. Tarîtî teqez dê xilas bibin." Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag piştî li Edene, Şirnex û Mêrdînê xebatên hilbijartinê pêk anîn vê carê jî li Sêrtê bi hilbijêran re hatin cem hev. Yuksekdag û namzetên HDP'ê yên Sêrtê malbata Ridvan Akgun ê ku di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest da ziyaret kirin. Yuksekdag sersaxî li malbatê da û got Komkujiya Enqere dilê hemû kesî şewitand û wiha got: "Hevalên me yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bîlî aştiyê tu daxwaza wan tunebûn." 'Erdogan aştiyê naxwaze' Dayîka Akgun Hediye Akgun jî bertek nîşanî tedbîr negirtinê da û wiha got: "Erdogan atşiyê naxwaze weke mar bi me ve dide." 'Vîna bi hilbijartinê hatî tune hat hesibandin' Yuksekdag pişt re derbasî avahiya partiyê bû û bi rojnamegerên hat cem hev. Yuksekdag anî ziman ku ligel hemû astengiyan tenê HDP dixebite û wiha got: "Her tim ji bo bibin dengê kesên tên bindestkirin xebitîn. Di hibijartina 7'ê hezîranê de gelê me yê Sêrtê vîna xwe ya azad nîşan da. 7'ê hezarînaê ji bo hemû kesan bû hêvî. Dîsa nexwestin gelê me keyfxweş bibin û hilbijartina 7'ê hezîranê tune hesibandin." Yuksekda da zanîn ku encama hilbijartina 7'ê hezîranê tune hesibandin li hemberî vîna gel darbeyekî sivîl e û wiha pê de çû: "Êdî em dizanin darbe tenê bi tangan û leşkeran bi sînor nîn e. Piştî encama hilbijartina 7'ê hezîranê jî darbe hat kirin. Ev darbeyekî sivîl bû. Yên ji darbeya leşkerî gîldar li hemberî gel darbe kirin. Ev darbe bi destê Serokomar pêk hat. Serokomar vîna gel tune hesiband. Encama hilbijartina 7'ê hezîranê tune hesiband. Piştî 7'ê hezîranê heya niha welat ji aliyê Qesrê ve tê rêvebirin. Hemû neyîniyên li Tirkiyeyê pêk tên, mirin û komkujî ji ber qesrê pêk tên." 'Em organîzasyona aştî û demokrasiyê ne' Yuksekdag bilêv kir ku Sêrt bi jiyana hevre mînyatrua Tirkiyeyê ye û wiya pê de çû: "Li vir gelên me bi salan bi hev re jiyaîn, cîranî kirin, bi hev re bazirganî kirin û bi hev re jiyîn. Di 7'ê hezîranê de bajar hilbijartinekî dîrokî kir. Li hemberî hikûmet welat perçe dike bû yek. Ji banga me ya aştî û jiyana bi hev re bersiv da. Em organîzasyoneî aştî û demokrasiyê ne. Me welatiyên ji aliyê hikûmet qesrê ve kirin dijminên hev anîn cem hev. Em li vir bi tevlîbûna hemû gelan yekîtiyekî aştiyê pêk anî. Lê ew gelên bidin yek naxwazin." 'Bibin vîn û soza jiyana di nava aştiyê de' Yuksekdag axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev ronahî ronahiyekî ewqas mezin e hemû Tirkiyeyê ronî bike. Di 1'ê mijdarê de Sêrtê dê vê ronahiyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bike. Ez li vir bang li hemû kesên deng dan HDP'ê û dê bidin HDP'ê dikim. Destûrê nedin roniya dilê we reş bikin. Li hemberî şer û zilmê berxwedana bi mirovahî bibin vîn û gotina jiyana di nava aştiyê de. Teqez dê tarîtî bi dawî bibe. " 'Îxtidara aliyên baş ên civakê dikoje li pêşberî me ye' Yuksekdag wiha berdewam kir: "Hz. Huseyîn, Hz. Zeynep ji bo mirovahiya mezin li hemberî zilma Kerbelayê ya mezin sekna wan ji bo mirovahiyê hem bû êş hem jî îsyan. Mirovohiya mezin êşên mezin jiyabin jî zanibûn ku her tim li ber xwe bidin. Em jî li dijî bêranohiyê, bêhêvitiyê, xwedî li ronî, bawerî û hêza xwe derkevin. Ji duh bêhtir divê em xwedî derkevin. Qadên me yên aştiyê di xwînê de dihêlin. Li taxan gelê meyên ku ji bo aştiyê rabûne piyan qetil dikin. Xebatkarên me yên partiyê digirin. Di nava van de em bi israr dibêjen aştî. Îxtidara aliyên baş ên civakê dikoje li pêşberî me ye. Di serê wan de jî qesr heye. Em dibêjin ku gel divê tevli rêveberiyê bin em, dibêjen mafê rêveberiya cewherî. Ev çi ye? Heke gel beşdarî siyasetê bibin dikarin kontrol bikin. Nİkarin dizî û nerlirêtiyê bikin. Nikarin bazirganiya çekan bikin." Li dijî kesên deng didin HDP'ê tehdîd Yeksekdag bilêv kir ku kesên ku yekem car deng dan HDP'ê hatine tehîdkirin û xwest kesên ku bi tehdîdan re rû bi rû dimînin divê li dijî zilmê serê xwe netewînin û bi gel bawer bikin. Yuksekdag destnîşan kir ku êdî gel bi AKP'ê bawer nake û wiha axivî: "Di 1'ê mijdarê de dê îradeya azad a Tirkiyeyê bi ser kevin. Em li pişt îdiaya xwe ne. Ji ber vê yekê me gote bi israr. Dîsa ew baş dizanin ku dema em israr bikin em ê bi ser kevin. Vê carê me du qatî israr kir. Di 1'ê mijdarê de em ê dengên xwe zêde bikin û maratona hilbijartinê temam bikin." 'HDP kirin hedefa êrîşan' Yuksekdag da zanîn ku êdî Tirkiye welatekî bi ewle nîne û berpirsyarê vê yekê jî îxtidar e û ev tişt anî ziman: "Me bi salan hişyar kir û rexne kir. Me gote dev ji piştgiriya DAIŞ'ê berdin. Lê tu rexneyên me hişyariyên me guhdar nekirin. Piştgiriya xwe ya ji bo DAIŞ'ê berdewam kirin. Li Pirsûsê, li Amedê û li Enqereyê di qatlîaman de tişt^ne ku qewimîn encama hevkariya îxtidara siyasî ya Tirkiyeyê bi çeteyan re ye. HDP jî kirin hedefa van êrîşan." 'Nikare me ji riya me vegerîne' Yuksekdag planên sûîqasta li dijî wê û Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lê îro vê derê tedbîrên ku girtine berê negirtin. Yên ku gelek caran min bi gotina 'bi guleyê ve bikeve' tehdîd kirin parlamenterên vî îxtidara siyasî ye. Yên ku min hedef nîşan dan çapemeniya alîgir a îxtidarê ye. Bi dehan caran bi nûçe û gotinên xwe ve hedef nîşan dan nûnerê îxtidara siyasî û berdevkên wan e. Ji serokwezîr heka wezîran, heta serokwezîr tehdîd kirin. Vê didomînin jî. Lê ew nikarin me ji riya me vegerînin." (bd/sa)