'Em ê di 1'ê mijdarê de AKP'ê ye Torosê siwar bikin û bişînin' 2015-10-22 09:56:17 WAN (DÎHA) - Li hemberî gefa Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya li Wanê ya "torosên spî" gelê Wanê jî diyar kirin ku AKP bi qatlîamên li Enqere, Pirsûs û Roboskê ve dixwaze gel bitirsîne û vê yekê bes nabîne dixwaze bi "torosên spî" ve bitirsîne. Li Kurdistanê konsepta şer a ku hikûmeta AKP'ê da destpêkirin ligel biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê berdewam dike û ji ber daxwaza AKP'ê ya bûna îxtidar bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên Wanê li hemberî gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya "Heke AKP ji îxtidarê bê xistin dê li vir çeteyên terorê bigerin, torosên spî bigerin. Em ê van deran ji kiryar nediyaran re nehêlin" a di mîtînga Wanê bi kar anî, nerazîbûn nîşan dan. 'Ji 7 salî 70 salî ji kê bipirsin hemû kes rûyê rast ê AKP'ê dizanin' Welatiyê bi navê Abdulkerîm Seven ê li Beşyola ku AKP'ê mîtîng li dar xist esnaf e diyar kir ku bi salan e kurd di bin siya guleyan de dijin û wiha got: "Gefa bi torosê çav tirşandina gel e, dibêjin me mafya xilas kir, kuştinên kiryar nediyan me li holê rakir lê niha tiştên ji salên 90'an xirabtin didin jiyandin." Seven bilêv kir ku dema AKP'ê bi dawî bûye û ev tişt anî ziman: "Êdî yên ku zilmê dikin li tu cihan nebin. Em ê di hilbijartinên 1'ê mijdarê de AKP'ê li Kurdistanê li torosê siwar bikin û bişînin. Tu hêviyên me ji vî îxtidarê tuneye. Ji 7 salî heta 70 salî kê bibirsin hemû kes rûye rast ê AKP'ê dizanin. Êdî tu kes nikare gelê kurd bixapîne." Esnafê bi navê Seracettîn Dîrek jî anî ziman ku hatina Davutoglu ya li Wanê ji bo tiştekî jî îfade nake û nirxandina "Ez qet yekî jî samîmi nabînim û kî li hemberî vî gelî samîmî be dê bê qebûlkirin. AKP'ê li Enqereyê 100 li Pirsûsê 34 û li Robaskê 34 kes qetil kirin." 'Di markayê de ferq heye di kuştinê de tuneye' Welatiyê bi navê Fecrî Yîgît jî destnîşan kir ku torosên spî di salên 0'an de tîmên înfazê dibirin îro jî ford ranger tîmên înfazê dibin. Yîgît wiha got: "Ford rangerên bê plaqa hene. Dibe ku di markayê de ferq hebe lê di navbera kuştinên ku tên kirin de tu ferq tuneye. Tîmên înfazê dîsa înfazan pêk tînin. Gel guh nade van gefan tenê dikenin û derbas dibin." Yîgît derbirî ku piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê tîmên taybet û polîs hene û wiha axivî: "Li her derê polîs hema gulebaran bikin disekirin, hatine tîmên taybet nîşan dide ku Davutoglu li welat çawa tê pêşwazîkirin. Davutoglu û Erdogan dibêje HDP bi çekan deng kom dike. lê me dît ku ew siyaseta çekan çawa dikin me li Wanê dît. Dema ku mirov bi zarokên xwe ve derdikevin tişta ku bala wan dikişîne TOMa û polîsên bi qleşên di destê wan de ne." 'Gef ji ber hesta windakirinê ye' Welatiyê bi navê Bedrî Yalin jî wiha got: "Bila baş bizanibin ku êdî ne kurdên bi toroson înfaz bikin ne jî li pişt mercedeban serê xwe bitewînin hene. Davuoglu me tehdîd dike. Ev ji ber hesta windakirinê ye. Îxtidar kengî wisa ne dema ku winda dikin çavsor dibin, êrîşî gel dikin. Ango hûn mîtîngekî li dar dixin lê ji ber ku gel nayê hûn nikarin li bajarekî wekî Wanê rêveberiya awarte îlan bikin. Mafekî we yê wisa tuneye. Duh sûk di bin dorpêça polîsan de bû. Mirov nikarin biçin û bên." (sa)