Plana AKP’ê ya ‘leşker li ser sindoqan bin’ deşîfre bû 2015-10-22 09:41:13 GOKHAN ALTAY AGIRÎ (DÎHA) – Hikûmeta demî AKP ku ji bo ku di hilbijartinê de careke din bibe desthilatdar, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê bi riya qeymeqam û fermandarê leşkerî gazî serokên sindoqan dike. Ji serokên sindoqan ji bo ku leşker li ser sindoqan bin tê xwestin ku daxwaznameya “daxwaza parastinê” bê îmzekirin. Hikûmeta demî AKP ku piştî li Kurdistanê konsepta şer xist dewrê û ji bo ku di hilbijartina 1’ê mijdarê de careke din bibe desthilatdar niha jî bi riya qeymeqam û waliyan peywirdarên sindoqan re yek û yek hevdîtin pêk tînin û daxwaznameyên “daxwaza parastinê” dan îmzekirin. Qeymeqam û fermandar bi xwe daxwaznameyan belav dikin Piştî biryara yekîtiya 16 sindoqan vê carê jî qeymeqamê Dutaxê ya Agiriyê û Fermandariya Cendermeyan a Dutaxê hat zanîn ku gazî nêzîkî 100 peywirdarên sindoqan kir û ji wan daxwaz kirin ku bila daxwaznameya “daxwaza parastinê” îmze bikin. Di daxwaznameya ku qeymeqam û fermandar ji peywirdarên sindoqan dan îmzekirin de ev tişt tê gotin: “Ji bo hilbijartinên 26’emîn serdema parlamenteriya ku di 1’ê mijdarê de pêk were ez li gundê .... ya Dutaxa Agiriyê hatim pêywirdarkirin. Ji ber bûyerên terorê ku zêdetir li herêmên rojhilat û başûrê rojhilatê pêk tên ez ji bo talûkeya jiyanî di nav fikaran de me. Ji bo ku ez pêeywira xwe bi temamî bi cih bînim di roja hilbijartinê de daxwaza parastinê dikim.” Ji kesê îmze neke re parastin jî nîn e! Her wiha hat ragihandin ku hin peywirdarên sindoqan ev daxwazname îmze nekirine û qeymeqam û fermandarê leşkerî jî ji wan re gotine “Heke hûn vê daxwaznameyê ji me re îmze nekin û neşînin em di roja hilbjijartinê de nikarin we biparêzin”. Bi van ve girêdayî di heman rojên ku ev daxwazname dihatin îmzekirin de hat zanîn ku Waliyê Agiriyê Musa Işin di 19’ê mehê li navçeya Dutaxê di tesîsekê de bi rayedarên sazî û emnîyetê, qeymeqam, rayedarên leşkerî û keyayên nêzîkî AKP’ê ne re civiyaye. (gka/wk)