Firat: AKP roja 2'yê mijdarê dest bi hesap dayînê bike 2015-10-20 09:08:36 MÊRSÎN (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat bi komkujiyên Amedê û Pirsûsê dest pê kir û bi komkujiya Enqereyê berdewam kir de derket holê ku dewlet wekî kujeran tevdigere. Firat anî ziman ku 2'yê mijdarê re êdî AKP dest bi hesap dayînê bike. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat bal kişand ser bombeyên li Mêrsîn, Edene, Amed, Pirsûs û Enqereyê hatin teqandin û got ku dewlet wekî kujeran tevdigere. Firat da zanîn ku bi komkujiya Enqereyê re hewl dan rewşa tevlihevî û tirsê kûrtir bikin. Firat ji 7'ê hezîranê vir ve hemû komkujî bi heman rêbazê pêk anîn û bilêv kir ku taybetiyeke din a komkujiya Enwereyê heye. Firat derbirî ku li Tirkiyeyê alîgirê aştiyê, sosyalÎst î lîberal tifaq ava kirin û daketin qadan û peyama "Hûn bi wan re tevbigerin wê ev tişt bi serê we de were" dan, lê ew ê bi ser nekevin. Firat anî ziman ku aliyên difikirîn ku bi komkujiya Enqereyê re civak ji hev qut bike di nava xeletiyê de ne u got ku ne teneê gelê kurd hemû hêzên demokratîk bertek nîşanî vê komkujiyê dan. 'Wezîrê Karê Hundir henekê xwe bi aqilê mirovan dike' Firat destnîşan kir ku daxuyaniya Wezîrê Karê Hundir Selamî Altinok "Li qada kom bibin tedbîrên ewlehiyê hatine girtin û di ewlehiyê de lewaziyek derneketiye holê" bi tu awayî nayê qebûlkirin û got ku wezîr bi vê daxuyaniyê henekê xwe bi aqilê mirovan dike. Firat bi bîr xist ku hefteyek beriya komkujiyê li heman deverê mîtînga alê hat lidarxistin û ev tişt anî ziman: "Polîsên Enqereyê beriya meşê bi rojan tedbîra ewlehiyê girtin.Dema ku mirov li vê yekê dinêre dibîne ku daxuyaniya wezîr baweriyê nade mirov. Di vir de aliyê ku divê kesên dewletê bi rê ve dibin hesap bide û ev jî hikûmeta AKP'ê ya ku 13 sal in dewletê bi rê ve dibe ye." 'Di 2'yê mijdarê de dê hesap bidin' Firat anî ziman ku li Kurdistanê şerekî qirêj tê meşandin û da zanîn ku di salên 90'î de zilm li gel dikirin îro jî bi tang, top û çekên giran zilmê li gel dikin. Firat bilêv kir ku roja 2'yê mijdarê dawî li vê zilmê were û bibe roja hesapirsîna ji kesên ku ev sûc kirine û wiha pê de çû: "AKP ji 2'yê mijdarê şûnde dest bi hesapdayînê bike." Firat got ku pêkanîna li hemberî cenazeyê Ekîn Wan a li Gimgimê meşandibûn û cenazeyê Hecî Lokman Bîrlîk li pişt wesayîta zirxî bi erdê kaşkirin nîşan dide ku bê hikûmet ketiye çi rewşê. Banga ji bo rayedarên dewletê Firat daxuyand ku faşîzma AKP'e wekî faşîzma Hîteler eû got ku li hemberî sûcên ku kirine dest bi derewan kirine. Firat derbirî ku sûcên ku AKP'ê kirine bi belge ne û ev bang li rayedarên dewletê kir: "Ev rêveberên ku îro li ser kar in dikarin bi hêsanî we bifroşin. Mînaka vê ya li ber çavan gotinên serokomar ê ji bo waliyan gotibû 'Me ferman da lê wan fermana operasyonê neda'. Piştî hefteyekê jî gotina 'Heke îhmaleke bi vî rengî hebe, ji niha şûnde dê walî ragihînin'. Ev jî nîşan dide ku sûc davêjin stûyê hev û ew ji firotinê baş fêm dikin. Ji ber vê yekê ez hêzên ewlehiyê û dewletê hişyar dikim. Dê sibe yê ku hesab bide hûn in û sibe yên ku ferman dane we vê yekê bi hêsanî înkar bikin. Hûn ê cezayê van sûcan bikşînin. Dest ji bêhiqûqî û bêexlaqiya li hemberî gel daye meşandin berdin." (wk)