Dadgehê danezana hilbijartinê ya HDP'ê xedexe kir 2015-10-19 18:34:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Sulh Ceza ya Agiriyê, der barê buroşurên danezana HDP'ê ya hilbijartina 1'ê Mijdarê de biryara komkirinê girt. Dadgehê di biryara komkirinê de gotina "Rêveberiya cewherî" hincet nîşan da. Dadgeha Sulh Ceza ya Agiriyê, der barê buroşurên danezana HDP'ê ya hilbijartina 1'ê Mijdarê de bi hinceta gotina "Rêveberiya cewherî" biryara komkirinê girt. Dema endamên HDP'ê yên Aydinê xebatên hilbijartinê dikirin û buroşurên HDP'ê belav dikirin, Dozgeriya Komarê ya Aydinê biryar teblîgî endamên HDP'ê kir û xwest li gorî biryarê buroşuran kom bike. Lê rêveberên HDP'ê ev teblîgata dozgeriyê îmze nekirin. Ji bo biryara dozgeriyê îtîraz bikin li gel parêzeran çûn dadgehê. (mae)