Baluken: Divê li hemberî operasyonên AKP'ê helwesta hewpar bêgirtin HATE NÛKIRIN 2015-10-19 14:44:52 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek navenda di vekirina û civînan de bi gel re hatin cem hev. Namzetê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken diyar kir ku ligel hemû komkujî û êrîşan KCK'ê bersiva bangan da û ligel vê yekê AKP bi operasyona bersiva biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê da. Baluken anî ziman ku divê hemû derdorên bang li KCK'ê kirin li hemberî operasyonên AKP'ê helwesta hevpar bigirin û rûyê wê yê komkujer teşhîr bikin. Baluken da zanîn ku divê hemû kes xwedî li biryara bêçalaktiyê ya KCK'ê derbikeve û divê rêxistinên sivîl bangên xwe yên operasyonan rawestînin zêde bikin." AMED Namzetên HDP'ê yên Amedê di çarçoveya xebatên hilbjartinê de li Otela Lîv Suît a Amedê bi kedkarên çapemeniyê re hatin cem hev. Parlementera HDP'ê Feleknaz Uca di civînê de axivî û diyar kir ku hilbijartina 7'ê hezîranê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê gavekî gelek girîng bû û ligel hewildanên AKP'ê yên HDP'ê di bin benda hilbijartinê de bihêle HDP'ê bend derbas kir û dê di 1'ê mijdarê de jî hema serkefitinê bi des bixin. Nazmetê HDP'ê Îdrîs Baluken jî diyar kir ku ji hilbijartina borî cudatir pêvajoyekê dijîn û ji rojava hilbjartinê bêtir rojeva şer heye û wiha got: "Dîmekî em li Amedê derbixin holê dê bibe vesîleya dîmenekî hemû herêm û Tirkiyeyê. Dîmenê herî mabş li Kurdistanê çekên giran, tank û balafirên şer ên her roj li Amedê radibin in. Di bin van dîmenan de em diçin hilbijartina 1'ê mijdarê." Baluken anî ziman ku biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê ji bo hilbijartin di nava ewlehiyê de pêk bê û hem jî ji bo hêviya aştiyê careke din pêk bê gelek girîng e. Baluken da zanîn ku roja biryarê li Enqere bombe hatin teqandin. Baluken bilêv kir ku dema li Enqere komkujî pêk hat li Nisêbîn, Lîce, Farqîn û Surê qedexeya kolanan hebû. Baluken destnîşan kir ku li Kurdistanê her roj hewildanên komkujiyê pêktên û ligel vê yekê her roj êrîşan li hemberî "şehîdgehan" û sivîlan dikin. 'AKP li şuna sindoqan darbestan nîşan dide' Baluken derbirî kir ku di operasyonan de her roj leşker û PKK'î jiyana xwe ji dest didin û di operasyona Oremar de jî disa leşker û PKK'iyan jiyana xwe ji dest da û wiha got: "AKP li şuna sindoqan darbestan nîşqanî gelê me dike. Yên wijdana wan heyî divê li hemberî darbestan her roj sindoqan nîşan bidin û ji bo vê yekê têkoşînê bikin. AKP ji bo bi tena serê xwe bibe hikûmet serî li hemû rêbazan dide. 'Divê xwedî li biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê bê derketin' Baluken diyar kir ku ligel hemû komkujî û êrîşan KCK'ê bersiva bangan da û ligel vê yekê AKP bi operasyona bersiva biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê da. Baluken anî ziman ku divê hemû derdorên bang li KCK'ê kirin li hemberî operasyonên AKP'ê helwesta hevpar bigirin û rûyê wê yê komkujer teşhîr bikin. Baluken da zanîn ku divê hemû kes xwedî li biryara bêçalaktiyê ya KCK'ê derbikeve û divê rêxistinên sivîl bangên xwe yên operasyonan rawestînin zêde bikin. Banga 750 rêxistinên sivîl ên civakî û Dayîkên Aştiyê ya duh li Amedê ya hikûmet operasyonan rawestîne girîng bû." Nazmet HDP'ê Nursel Aydogan û Hevşaredara Rezan Bîrsen Kaya Akat jî li navçeya Rezan esnaf ziyaret kirin. OSMANIYE Li Osmaniyeyê ku HDP xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Di vekirina buroyê de namzeda HDP'ê ya Osmanyeyê Hatîce Bedul Çelebî axivî û diyar kir ku dê pirsgirêkên ku jin dijîn hemû HDP çareser bike û got HDP partiyek jinan e. MELETÎ Namzedên HDP'ê yên Meletiyê di çarçoveya xebatên hilbijratinê de taxan ziyaret kirin û balê kişandin ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê. Namzed dan zanîn ku ji bo pêşiya qetlîamên ku AKP'ê pêk tînin bê girtin divê her kes piştgiriyê bide HDP'ê. AGIRÎ Namzedên HDP'ê yên Agiriyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Borsaya Sewalan ziyaret kirin. Namzed rastî eleqederbûnek mezin hatin. Li vê derê namzed pirsgirêkên sewal firoşan guhdar kirin. Piştre jî namzede buroya hilbijartinê ya Eleşkirtê vekirin. SÊRT Namzedê HDP'ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku civînek çapemeniyê li dar xist der barê gotinên Muftiyê Sêrtê Faruk Arvas ên der barê qurbaniyên Enqereyê de bertek nîşan da û wiha got: "Piştî ku li ser cenazeyên qurbaniyên Enqereyê flamayên kesk, sor û zer ku hatibû dayîn wekî paçavra bin av kir. Ev yek yek bêferasetiye. Ji mirovatiyê derketiye û kesk, sor û zer nirxê vî gelî ye." BEDLÎS Namzedên HDP'ê yên Bedlîsê di çarçoveya xebatên hilbijratinê de li Norşînê esnafan ziyaret kirin û rastî eleqederbûnek mezin a esnafan hatin. ÎZMÎR Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu jî Federasyona Komeleyên Demokrat a Qersê ya Herêma Egeyê ya li Konak Gultepeyê ziyaret kir. Di dema ziyaretê de rêveberên komeleyê Kurkçu pêşwazî kirin û sohbet kirin. Kurkçu anî ziman ku HDP'ê benda ji sedî 10 li pey xwe hişt û di 1'ê mijdarê de jî dê ser bikeve û divê hemû kes ji bo aştî û edaletê dengê xwe bidin HDP'ê. Namzetên HDP'ê yên din Mulkiye Bîrtane û Cemal Biçak jî Kurdî Der ziyaret kirin. Nazmetên din Eylem Yildiz û Îmdat Ateş jî li taxa Çamkule ya Bornovayê brşoşurên HDP'ê belav kirin. MÊRDÎN HDP’ê li Mêrdînê ji gundan bigire heta navçeyan lez da xebatên xwe yên hibijartinê. Parlementer û namzetên HDP’ê yên Mêrdînê Mîthat Sancar û Enîse Guneylî û rêveberên HDP û DBP’ê di çarçoveya xebatên hibijartinên 1’ê mijdarê de çûn serdana gundan û bi welatiyan re hatin cem hev. Heyeta ji Sancar, Guneylî û rêveberên HDP û DBP’ê pêk dihatin ewil çûn serdana gundê Girêmîra û bi welatiyan re li qada gund hatin cem hev û behsa xebatên HDP’ê û pêvajoyê kirin. Piştî axaftinên li gundê Girêmîra heyet çû gundê Qenterê û serdana welatiyan. Heyet piştî van her du gundan jî derbasî gundê Kertwênê bûn û bi sedan welatiyan re hatin cem hev. Heyeta HDP’ê li gund ji aliyên welatiyan ve bi berzkirina sloganan hatin pêşwazîkirin. Di serdana gund de Sancar û Guneylî axivîn û banga xwedî derktina HDP’ê li gel kirin û got ku pêwîste gel roja 1’ê mijdarê bersivek baş bide polîtîkayên şer û aşîtiyê destek bike. (bg/aw/bd)