'Dixwazin komkujiyên Pirsûs û Enqere jî veşêrin' 2015-10-18 14:10:51 AMED/MÊRDÎN (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken jî dîyar kir ku 5 Hezîranê li dijî mîtînga HDP'ê komkujî pêk hatibû û 4 meh bi ser re derbas bûn û wiha got: "Kiryarê 5 hezîranê ku qetlîamê pêk anîn hatiban dîtin komkujiyên Pirsûs û Enqere pêk nedihatin. Yên komkujiya 5'ê hezîranê vedişêrin dixwazin komkujiyên Pirsûs û Enqere jî veşêrin." Namzetên HDP'ê yên Amedê di çarçoveya kampanyaya li 81 bajaran a "Ji bo aştiyê li deriyan bixe" li ber AZC Plazayê daxuyanî dan û pîştre belavok belav kir. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen daxuyanî hat dayin. Onen diyar kir ku wan dê di 24'ê cotmehê de mîtînga aşitiyê li dar bixistiba lê ji ber ku di mîtîngê Enqereyê de qetliamêk pêk hat û wan jî mîtînga xwe betal kir. Onen da zanîn ku ew dê niha û şunda xebatên xwe tenê li mal û esnafan ziyaret bikin bi domînin. Piştî daxuyaniyê namzet û rêveberên HDP û DBP'ê esnfaên Ofîsê geriyan û ew ziyaret kirin. Dema ku parlemetên Amedê esnafan ziyaret kir û belavok belav kirin ji aliyên welatî û zarokan ve rastî eleqeyên mezin hatin. 'Komkujiyan li vir dest pê kir' Parlementerên HDP'ê yên Amedê heya Qada 5'ê hezîranê esnafên xwe ziyaret kir û li wir daxuyanî dan çapemeniyê û qurnefîl danîn cihê qetîna di 5'ê hezîranê de pêk hat. Pişt re Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şimşek axaftinek kin kir. Şîmşek diyar kir ku ew kesên di 5 Hezîranê de di mitînga HDP'ê de jiyana xwe ji dest dan bîrtînin. Şîmşek anî ziman ku qetliam li vir dest pê kirin, li Pîrsusê berdewam û û herî dawî li Enqere dom kir û wiha got: "100 sal berê Sex Sayîd û hevalên wî hatin qetîlkirin. Niha jî qetliam li ser gelê kurd berdewam dike. Kî van qetliamê pêk tine dîxwazin pêşroja me tarî bikin. Em xebatê hilbijartinê li vir didin destpêkirin." Baluken: Heke kiryarên komkujiya Amedê hatiban dîtin komkujiyên Pirsûs û Enqere çênedibin Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken jî dîyar kir ku 5 Hezîranê li dijî mîtînga HDP'ê komkujî pêk hatibû û 4 meh bi ser re derbas bûn û wiha got: "Kiryarê 5 hezîranê ku qetlîamê pêk anîn hatiban dîtin komkujiyên Pirsûs û Enqere pêk nedihatin. Yên komkujiya 5'ê hezîranê vedişêrin dixwazin komkujiyên Pirsûs û Enqere jî veşêrin. Piştî komkujiya Enqere ya di 10'ê cotmehê de pêk hat Serokwezirê Tirkiyê Davutoglu got ku 'Kêmasiya ewlehîyê tuneye'. Di komkujiyê de 102 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û zêdehî 400 kes birîndar bûn ligel vê yekê serokwezîr gotinên wisa dibêje." Balûken balkişand ser komkujiyên li Kurdistanê pêk tên û wiha axivî: "Konên sersaxiyê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin vedan. Tenê li herêma Qesra Erdogan lê heyî nehatin vedan. Balukan balkişand ser biryara KCK'ê ya "bêçalaktiyê" ya di 19'ê comtehê de îlan kirî lê bersiva vê biryarê bi komkujiyê hat dayîn. Baluken da zanîn ku duh li Geverê 2 xiwan hatin qetilkirin, li navçeyên Amedê qedexeya kolanan berdewam dike. Baluken bilêv kir ku dixwazin bi vê yekê tevlî heviyê çêbikin. Baluken destnîşan kir ku gel dê di 1'ê mijdarê de bersiva hemû zext û zordariyên hikûmeta AKP'ê bide. MÊRDÎN Parlementer û namzetên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim û Erol Dora, di çarçoveya xebatên hilbijartinên 1’ê mijdarê de li navçeya dîrokî û cîh û warê bawerî û gelan li Midyadê esnafên Sûkê ziyaretkirin. Rêveberên HDP û DBP’ê yên Midyadê jî ligel Yildirim û Dora bi şandeyekî b sedan esnafên li Sûkê ziyaretkirin û piştgiriyê ji esnaf û welatiyan xwestin. Di serdana esnafan de namzetan bi esnafan re sohbet kirin û behsa pêvajoyê kirin. Parlementer û namzet Yildirim bal kişand ser rola HDP’ê û got ku ew tenê dikarin bi hêza û piştgiriya gelê xwe şerxwazan têk bibin. Yildirm da zanîn ku ew ê bi vîna gelê xwe têkoşîna aşîtî, azadî, wekhevî û demokrasiyê biser bixînin û got ku wiha got: “Pêwîste em prîmê nedin van zalim û dîktatoran. Li ser xwîna me dengan ji me dixwazin. Dibêjin ‘dengan bidin me û em we qetil bikin.’ Wiha bê rêz in. Lê dê dersa ku ji wan re lazim be dê gelê me bide wan.” Esnaf û welatiyan jî destnînaşan kirin ku ew ê di 1’ê mijdarê de bersiva herî baş bi bidin şerxwazan û got ku ew wek esnafên Midyadê ligel HDP’ê cih digirin. (bg-rd/bd)