DEM-GENÇ di 29'ê Mijdarê de bi 5 hezar ciwanan ve dê kongreya xwe pêk bîne 2015-10-17 13:43:29 AMED (DÎHA) - Federasyona Komeleyên Ciwanên Demokratîk bi şîara "Em bi DEM-GENÇ'ê ve xwe rêxistin bikin, jiyana azad înşa bikin" ve dê di 29'ê Mijdarê de dê bi 500 delege û 5 hezar ciwanan ve kongreya xwe ya yekemîn li dar bixe. Komeleya Federasyonên Komeleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) têkîldarî kongreya xwe ya yekemîn a di 29'ê Mijdarê de li dar bixe li Salona Konferansê ya KCD'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî beşdar bû de endama DEM-GENÇ'ê Esra Şeherlî axivî û bal kişand li ser qatlîamên li bajarên Kurdistanê û herî dawî jî qatlîama li Enqereyê pek hat û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya gelên Tirkiye û Kurdistanê bidomînin. Şeherlî anî ziman ku sîstema desthilatdar herî zêde dixwaze ciwanan biçewisîne û tune bike û nirxandina "Di civaka ku ciwan xwedî îradeye de pêkûtî, mijokdarî û polîtîkayên asîmîlasyonê nabe" kir. Şeherlî destnîşan kir ku ew êli dijî yek tîpkirina netewe dewletê bi feraseta neteweya demokratîk ji bo jiyana azad pêşengiyê bikin û wiha axivî" Ji ber vê yekê ciwanên welatparêz demokratîk û sosyalîst bi baweriyeke mezin, biryarî û zanebûnê heta ku ciwanekî apolîtîk nemîne bi şev û roj dê bi perwerde, rêxistinbûn û xeta demokratîk de têkoşîna xwe xurtir bikin." 'Jinên ciwan dê di înşakirina jiyana komunal a altenatîf de bibe pêşeng' Şeherlî bilêv kir ku jinên ciwan li dijî polîtîkayên înkar û îmhakirinê ya li hemberî nasnameya jinê divê xwe rêxistin bikin û ev tişt anî ziman: "Jin û ciwanên ku hêza înşaker a jiyana civakî ne divê rêxistinbûnên xwe yên xweser biafirînin, xurt bikin û di înşakirina jiyana komunal a alternatîf rol û mîsyona xwe bigirin ser xwe." Ji bo kongreya 29'ê Mijdarê bangawazî Şeherlî têkîldarî kongreya xwe ya dê di 29'ê Mijdarê de li dar bixin agahî da û wiha axivî: "Em ê bi kongreya xwe ya DEM-GENÇ'ê ya bi 500 delege û 5 hezar ciwanan pêk bînin ve komeleyen zanîngeh, lîse, taxan ên ciwanan, komeleyên bawerî û çandî di bin banê DEM-GENÇ'ê de bînin cem hev û xebatên me li Kurdistan û Tirkiyeyê dê bê meşandin." Şeherlî ji bo kongreya yekemîn a DEM-GENÇ'ê ya ku dê bi şîara "Em bi DEM-GENÇ'ê ve xwe rêxistin bikin, jiyana azad înşa bikin" banga tevlibûne li hemû ciwanan û gelê Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî diyar kir ku tê xwestin ciwan wekî hêzeke bêkontrol bên dîtin û nirxandina "Ciwanên bahoz, bêrêxistin û bêkontrol nînin. Li pêşberî me ciwanên rewşenbîr, gavên ku davêjin dizanin diçe kû derê û lêgerînerên heqîqet û evîndarê azadiyê ne heye. Em dizanin ku ev ciwan dê di înşakirina neteweya demokratîk de rola xwe ya pêşengiyê bilîzin." (sa)