Paletiya Gwizan li Şaxê dest pê kir 2015-10-09 09:08:30 SELMAN KELEŞ/NİYAZİ AŞAN WAN (DÎHA) - Li navçeya Şaxê ya Wanê paletiya gwîzan dest pê kir. Gwizên ku çavkaniya herî mezin a aborî, tenduristî û endustriyê ye, îsal berhemên gwîzan rençber kêfxweş kirin. Gwîzên Şaxê, di cîhanê, Tirkiye û Kurdistanê de nav û dengê xwe bilav kiriye. Gwîzên ku di aliyê aborî, tenduristî û endustriyê de çavkaniyek herî mezin e, li Şaxê paletiya îsal dest pê kir. Sala par ji ber şert û mercên hewayê hişk derbas bûn, berhemên wan kêm bû. Lê îsal berhem û bereketa wan gelek zêde ye û rençber kêfxweş kirin. Gwîzên îsal ku kîloya wan nêzî 100 tl dê firotin, rastî eleqeyek mezintê. Gwîzên ku li Edene, Mêrsîn, Stenbol, Enqere û Îzmirê kiryarê wê hene, ji bo aboriya herêmê çavkaniyek herî mezin e. Gwîzên ku di aliyê tenduristiyê de gelek baş in vîtamînên B1 û B6 vedihewîne ji aliyê mînarek û elementan jî pir dewlemend e. Rençber kalikên gwizan jî diparêzin û wekî boya bikar tînin. Rençberê gwîzan Nevzat Akdeniz anî ziman ku sala par berhemên wan kêm bû, lê îsal ji ber şert û mercên hewayê berhem zêde ye. Akdeniz, anî ziman ku kedek mezin dixwaze û karekî gelek zor û zahmet e. Akdenîz, da zanîn ku komkirin û berhevkirina wan pir zahmet û talûke ye û li gel vê yekê tam û ekla wê jî pir xweş e. Akdeniz, destnîşan kir ku gwîzan difiroşin û kalikên wan jî wekî boyayê bikar tînin. Akdeniz, da zanîn ku gwîz ji bo gelek nexweşiyan derman in û kalikê wan jî wekî boyayê bikar tînin. (mae)