'Çawa piştî 7'ê hezîrê nekarin derbikevin derve dê vê carê jî wisa bin' 2015-10-08 18:22:56 AMED (DÎHA) –Parlementer û namzetê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Baluken diyar kir ku Erdogan di astengiyekî mezin de ye û wiha got: "Buye mîna kesên li sedeqeyan digere. Lê li kîjan deriyan dixe, derî li ser ruyê wî tê girtin. Çawa piştî hilbijartina 7’ê hezîranê fedi kir ketin mala xwe û dernektin devre, di 1’ê mijdarê de ji wisa bibe û em nehêlin ku karibin derbikevin kolanan jî.” Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi beşdariya parlementerên HDP’ê yên Amedê li Çermûkê bûroya hilbijartinê ya yekmîn vekirin. Parlementerên Amedê Îdîr Baluken, Nîmetullah Erdogmuş, Ziya Pîr û namzeta HDP’ê ya Amedê Nesrîn Hîlal Şanli serê sibehê li avahiya HDP’ê ya Amedê ji bo vekirina buroyê ber bi Çermukê ve ketin rê. Heyeta di ketina bajar de hat pêşwazkirin. Heyet li vêderê bi tevlîbuna rêxistinên HDP-DBP'ê yên Erxenî û Çermukê, li esnafên Çermukê geriyan û guhdariya esnafan kirin. Piştî gera esnafan, girse hat buroya HDP’e ya ku li ser kolana Diyarbakirê hatibu vekirin. ‘Divê gelê Çermukê piştgiriyê bidin gelê Farqîn, Sur û Bismilê’ Li ber bûyerê ewil namzeta HDP’ê ya Amedê Nesrîn Hîlal Şanli axivî. Şanli destnîşan kir ku AKP’ê serkeftina gelê kurd hezm nekiriye û şer da destpêkirin û wiha got: “Ligel şer dan destpêkirin HDP'ê sûcdar dikin. Lê ev yek baş tê zanîn ku AKP’e ji bo ku serokatiya Erdoğan erê bike şer da destpêkirin. Em ê heta dawiyê mafê gelê xwe biparêzin. Divê gelê Çermukê piştgiriyê bidin gelê Farqîn,Bismil û Surê." Parlementer HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr wiha got: “AKP bi konseptên şer nikare serî li kurdan bitewîne.” 'Kurd li hemberî 2 rêbazên çareseriyê re rû bi rû ye' Parlementerê HDP’ê yê Amedê Nîymetullah Erdoğmuş jî diyar kir ku gelê kurd bi 2 rêbazên çareseriyê re rû bi rûye û wiha got: "Yek rêbaza zilimê ya ku destkeftiyên kurda hedef digire ye. Ya din jî çareseriy demokratîk û berxwedanê ye. Em duh li Bismilê bun. Me li wir wehşeta kesên ku serê Hesen û Hiseyînn jêkirin dît. Ji ber ku li wir serê zarokên kurdan hatibun jêkirin. Emê fersendê nedin gerîlîma ku dewlet dide jiyandin.” ‘Çawa piştî 7'ê hezîrê nekarin derbikevin derve dê vê carê jî wisa bin' Parlementer HDP’ê yê Amedê Îdrîs Baluken xebatên xwe yên hilbijartina 7’ê hezîranê yên li Çermukê bi bîrxist û wiha got: “Gelê Çermukê ji bo aştiyek mayînde dengê xwe di 7’ê hezîranê de bikar anîn. Lê kesê ku li qesrê dijî ev yek qebûl nekir û xwîn diherine. Divê em li hemberî feraseta şerxwaz berxwedanê bikin. Divê em li hemberî kesê ku li hemberî biryara gel disekinin bertekên xwe di 1’ê mijdarê de bidin. Çawa piştî hilbijartina 7’ê hezîranê ji ber fedî kir ketin mala xwe û dernektin devre, divê di 1’ê mijdarê de jî em nehêlin ku karibin derbikevin kolanan jî. Ji xwe nikarin li Kurdistanê derbikevin devre.” ‘Tu baweriyên gel bombebaran bikî, tu nikaribî derbikevî nava gel’ Baluken, hatine Serokwezîr Davutoglu ya ku di cejna qurbanê de bi tabura ewlehiyê û bi dizî hatibu Amedê bi bîrxist û ev tişt got: “Li hemberî gel ne samîmî ne. Ji ber wê bi dîzî hatin û di kolanekê de derbas bûnû çûn nimêj kirin. Heke Davutoglû bi xwe bawer ba divê bihata Çermukê û Erxenî yê. Ev kes li hemberî kurdan di nava welat de û li dervehî welat dujminantiyê dikin. Heke ku tû mal, mizgeft, cemevî û goristanan bombebaran bike, tê nikaribî derbikevî nav gel. Ew jî baş dizanin ku dem ji wan re teng dibe. Hesabê Ekîn Wan, Haci Lokman Bîrlîk roja 2 sermawezê emê ji we bipirsin.” ‘Wekî kesên li sedeqeyan digerin, li deriyê her welatî dixin’ Baluken di derbarê tengasiya ku Erdogan tê de ye de got ku: “Buye mîna kesên li sedeqeyan digere. Lê li kîjan deriyan dixe, derî li ser ruyê wî tê girtin. Li hemberî destkeftiyên kurdan ên li Rojava dujminantiyê dike. Heta îro te serkeftin bi destnexist, ji îro û pê de jî tê bi dest nexî. Emê bi dîroka Amedê bi serkevin. Emê li Amedê 11, li Mêrdînê 6, li Êlihê 4 û li Wanê 8-0 bibin. AKP li Amedê çawa di bin bendavê de ma, divê li Çermukê jî di bin bendavê bimîne.” (ua/bd)