Di Fîlmekîmî de 48 fîlmên balkêş 2015-09-26 09:10:31 STENBOL (DÎHA) - Vakfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV), dê di bernameya 14'emîn Fîlmekîmî ya di 3-11'ê Cotmehê de pêk bê 48 fîlmên xurt û balkêş pêşkeşî sînemahezên Stenbolê bike. Vakfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV), di navbera 3-11'ê Cotmehê de dê li Stenbolê bernameya 14'emîn Fîlmekîmî pêk bîne. Di bernameya Fîlmekîmî de dê 48 fîlmên ku derhêneriya wan kesên wekî Woody Allen, Noah Baumbach, Stephen Frears, Michel Gondry, Carlos Saura, Hirokazu Kore-eda, Nanni Moretti, Paolo Sorrentino dikin jî bên pêşandan. Fîlmên bernameya Fîlmekîmî dê di meha Cotmehê de li Enqere, Îzmîr, Trabzon, Bursa û Edirneyê bi sînemahezan re binîne cem hev. Fîlmekîmî her sal gelek fîlmên herêmî û neteweyî li ser perta sipî dide pêşandan û bi heskirinan re tîne cem hev. Îsal dê gelek fîlmên ku di nava bijartiyên Hollywoodê de hatine diyarkirin jî cih digirin. Hin fîlmên ku di mihrîcanên wekî Sundance, Cannes, Venedik û Toronto de hatin pêşandan û ji aliyê rexnegiran ve puanên baş stendin wiha ne: Kurê Saul Derhênerê wê László Nemes e. Di vî fîlmî de çîroka Saul Auslander ê aydî Sonder ên Dîlên Yahûdî digire dest. Di cotmeha 1944'an de li Kampa îmhayê ya Auschwitzê xwestibûn Yahûdiyên dîlgirtî bi Naziyan re têkevin hevkariyê. Înatçilar Derhêneriya wê Grímur Hakonarson dike. Mijdara du birayê ku bi hevre şer kirine digire dest. Du bira li dolek pir dûr pez xwedî dikin û çîroka du birayan digire dest. Uzaktan Ev fîlm di mihrîcana Venedikê de layiqî Xelata Şêrê Zêr hat dîtin. Dêrhêneriya wê Lorenzo Vigas dike. Ev film Nêzîkatiya jigolo yê endamê çeteyan û mirovekî dewlemend ku çawa têm cem hev tîne ziman. Mustang Ev fîlm bi hevkariya Fransa, Tirkiye û Almanya hatiye amadekirin. Ev film têkoşîn û serhildana 5 xwişkên ji bo azadiyê ya di mala Pîrên İneboluyê de tîne ziman. Mustang, di sala 2015'an de xelata Cannesê wergirt. Hazine Derhênere wê Corneliu Porumboiu ye. Ev fîlm lehengên ji rêzê û birokratên biçûk û ji paşeroja komînîstên Romanyayê kareyan nîşan dide. Guneş Tepedeyken Ev fîlm ji sê demên cuda bi heman lîstikvanan 3 çîrokên evînê vedibêje. (mae)