Hunermendên jin dê li Cizîr û Sûrê konser bidin 2015-09-24 13:44:53 STENBOL (DÎHA) - Hunermendên jin ên NÇM'ê dê bu hunera xwe piştgirî bidin Cizîr û Surê ku berxwedana gel berdewam dike. Hunermendên jin ên Navenda Çanda Mezopotamyayê, dê biçin navçeya Cizîr a Şirnexê û navçeya Sûr a Amedê û piştgiriyê bidin berxwedana gel ku bênavber berdewam dike. Hunermendên jin dê roja 3'emîn a cejnê li Cizîrê bin û pişt re jî 4'ê mehê derbasî Sûrê bibin. Hunermendên jin dê bi stranên xwe piştgiriya berxwedana gel bikin û tevlî berxwedanê bibin. (sy)