Paletiya fisteq û rezan li Xalfetiyê dest pê kir 2015-09-22 12:03:50 RIHA (DÎHA) – Li navçeya Xalfetî ya Rihayê paletiya komkirina fisteq û rezên tirî dest pê kir. Rençberên rezên, dest bi çêkirina dims, bastêq û sicûq kirin. Rençberên fisteqan jî dest bi komkirina fisteqan kirin. Li navçeya Xalfetî ku turkmen, ermenî, kurd di nava hevre dijîn di aliyê çandinî û çotkariyê de jî pir dewlemend in. Welatiyên Xalfetiyê ku debara xwe bi çandinî û çotkariyê dikin bi hatina payizê re dest bi paletiya dahl, rez û baxçayên fisteqan kirin. Rençberên rezên tirî dest bi komkirina tirî kirin, rençberên fisteqan jî dest bi komkirin û daweşandina darên fisteqan kirin. Welatî di meha rezberê de rezan berdidin û tiriyên kom dikin mehsere çêdikin. Welatî di mehsereyan de dims, sicûq, mewîj, benî û gelek berhemên tirî çêdikin. Welatî van berheman niha li ber tava payizê hişk dikin û ji demsala zivistanê re depo dikin. Rençberê bi navê Bulent Korkmaz, diyar kir ku pêşiste bi rêk û pêk kedê bidin dahl û rezan û wan her dem xwedî bikin û biparêzin. Korkmaz, anî ziman ku her sal di vê demsalê de berhemên xwe kom dikin û mehsereyan çêdikin. Korkmaz, da zanîn ku ji bo wan ev bûye wekî çand û şahiyekê û berhemên salê niha kom dikin û ji demsala zivistanê re dihêlin. Korkmaz, bilêv kir ku ev bûye wekî kevneşopiyekê û karekî pir bi keyf û civakî ye. (mae)