Li Yewnanîstanê hilbijartina pêşwext 2015-09-20 11:14:36 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Yewnanistanê ligel qeyrana siyasî di nava 10 mehan de 3 caran hilbijartin pêk tê. Li Yewnanistanê, 9 milyon û 836 hezar û 997 hilbijêr îro li 20 hezar sindoqan dengê xwe bi kar bînin. Hilbijartina pêşwext seat di 07.00'an de dest pê kir û seat di 19.00'an de bi dawî bibe. Gelê Yewnanistanê piştî 25'ê çileyê îro careke din diçe ser sindoqê û ji bo parlamenterên xwe hilbijirê dê biçe ser sindoqan. 19 partî dikevin hilbijartinê û 300 parlamenter bên hilbijartin. Tê payîn ku pêşbirka vê hilbijartinê di navbera Syrîza û partiya Demokrasiya Nû de derbas bibe. Encama di hilbijartina 25'ê çileyê de derketibû holê wiha ye: SYRIZA: 149 kursî Partiya Demokrasiya Nû: 76 kursî Berbanga Zêrîn: 17 kursî Potamî: 17 kursî KKE: 15 kursî ANEL: 13 kursî PASOK: 13 kursî (wk)