Şer bandorê li firçeya wênesaz jî dike 2015-09-02 09:06:04 ENGÎN EREN ÊLIH (DÎHA) - Wênesazên li Kurdistanê ji şer bi bandor dibin herî zêde di berhemên xwe de agir, darbest, gule û xwîn tê dîtin. Wênesaz Ramazan Îlten di tabolaya ku 34 kesên di Qatlîama Roboskê de jiyana xwe ji dest dan her yek ji wan şibandiye çirûskekî agir û tereziya edaletê ya AKP'ê jî wekî "destên tarî" û guleyan" nîşan dide. Wênesaz Ramazan Îlten ê li Navenda Çandê ya Şehîd Mizgîn a Êlihê (NÇM) dixebite şerê li Kurdistanê di tualên xwe de nîşan xêz dike. Îlten bilêv kir ku hunermend hestên civakê di berhemên xwe de nîşan dide hunermend qasî ku ji bo daxwazên civakê bibe bersiv ewqas dikare xwe bide jiyandin. Li gorî Îlten huner li gorî cewherî xwe li dijî şer seknekî nîşan bide. îlten wiha got: "Hunermend her tim naxwaze her tim li ser êş û nexweşiyan hunera xwe pêk bîne. Hunermend dixwaze wêneyên aştî û azadiyê xêzbike. Dema ku mirov li tabloyê binêre dixwaze xwe rehet hîs bike. Lê şertên ku îro em di nav de ne binhişê me dide der. Îro em agir, darbest, gule û xwînê dibînin." Îlten dest nîşan kir ku qatlîamên wekî li Roboskê ya di dema hikûmeta AKP'ê de di 2011'an de bi balafirên şer 34 welatî hatin qetilkirin bandorê li berhemên hunermendan dike. Îlten wiha got: "Wehşeta ku li welatê me tê jiyîn û êrîşa li dijî gelê me bi sedan salan e didome. Em her tim mafdar in lê her tim jî me wekî sucdar nîşan iddin. Yên ku tên eciqandin, rûmeta wan tê şikandin, tên kuştin em in. Li Kurdistanê sucdar xwe wekî rûn derdixin ser." Di mêzina AKP'ê aliyê zilmê giran e ÎLten di tabloya xwe ya ku qatlîama Roboskê vedibêje de 34 welatiyan dişibîne çirûskên agir û li dijî bêedalatiya AKP'ê jî îsyana xwe bi gotinên "Ev agir ketiye 34 malan. Agir bi bedena 34 kesan tê sembolîzekirin. Mêzîna ku AKP di destê xwe de digire ampula AKP'ê ye. Mêzina ku ampul digire her tim aliyê tariyê giran e. Di vî aliyê de her tim şer û gule heye, li aliyê din jî darbesta mazluman temsîl dike heye. Ev mêzîn jî nîşan dide AKP çawa mudaxaleyê edaletê dike. Li şûna ku edalet ji bo hemû kesan wekhev be, di mêzina AKP'ê de zilm zêde ye" anî ziman. (sa)