Hunera ji girtîgehan diherike derve 2015-08-29 09:05:35 ENQERE (DÎHA) - Girtiyê siyasî Kadrî Sonmez ê ku cezayê muabetê girtî wêneyên bi boyaxê li Girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê çêkirin balê dikşînin. Girtiyê siyasî Kadrî Sonmez wêneyê bi boyax çêkirin ji TUHAD-FED'ê re şandin û girtîgeha ji bo tunekirina kurdan û têkoşîna kurdan tên bikaranîn vegêrand qada hilberîna huner û wejeyê. Sozmen ê ku ji gundê Kotan ê Mûşê yê 22 sal berê ji ber xebatên siyasî hat girtin û cezayê muabetê girt bavê du zarokan e û li Girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê tê girtin. Sonmez 10 salin wêneyên bi boyaxan çêdike û heskirina xwe ya azadiyê li ser wan tabloyan nexş dike. Yilmaz tabloyên çêkirin ji TUHAD-FED'ê re dişîne û nivek pereyê ji tabloyên tên firotin ji TUHAD-FED'ê re dihêle û nivekê jî ji malbata xwe re dişîne û derbara wan pêk tîne. 'Di hevdîtinê de endamên malbatê yek yek digirin' Rêveberê TUHAD-FED'ê Mehmet Baytekîn got Sonmez di hevdîtina malbatê de rastî binpêkirinên mafên mirovan tê û wiha got: "Du zarok û hevsera Yilmaz bi hev re hevdîtinê nikarin bikin. Rêveberiya girtîgeyê yek yek hevdîtinê dide kirin. Hevdîtin seatek e lê endamên malbatê 15 deqeyan hevdîtinê dikin. Sedema vê yekê cezayê muabetê nîşan didin." (bd)