Şewata pirêzeyan emrê axê kêm dike 2015-07-10 08:55:28 AMED (DÎHA) - Rençberên li Kurdistanê ji bo çotkirina zeviyan hêsan bikin, bêyî li bereket, tenduristî û zindiyên axê baldar bin, pirêzeyên genim û ceh dişewitînin û li şûna wê pembo û garis diçînin. Her çend endezyar û pisporên axê rençberan hişyar bikin ku prêze neyên şewitandin jî, rençber ji neçarî şewatê hildibijêrin. Serokê Şaxa Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Jêhat Şengal, anî ziman ku şewat bereketa axê kêm dike û gelek zindiyên di nava axê de dikuje. Şengal, destnîşan kir ku ji bo rê li pêş şewata prêzeyan bigirin, divê kampanya hişyarkirinê bê destpêkirin û rêya çareseriyê bê nîşandan. Di her destpêka demsala havînê de rençber dest bi şewata pirêzeyên genim û ceh dikin û li şûna wê garis û pembo diçînin. Ji ber pirêzeyên genim, ceh û garis tên şewitandin, bi şewatê re gelek zindiyên di nava axê jî dişewitin. Ji ber şewatê sal bi sal bereket û emrê axê kêm dibe û êdî wekî berê berhem nade. Her çend endezyarên çandiniyê rençberan hişyar dikin jî, rençber ji bo ajotina zeviyan serî li rêya hêzan didin û pirêzeyan dişewitînin. Ji ber polîtîkayên şaş yên dewletê, rençber neçar dimînin ku serî li vê rêbazê bidin. Hikumet qaşo bi boneya rê li pêşiya şewitandina zeviyan bigirin, li şûna çareseriyê nîşan bide, bi rêbaza ceza dixwaze asteng bike. Hikûmetê zagona 'kesê ku pirêzeyan bişewitîne wê serê donimê 37 TL ceze bide' dide pêşberî rençberan. Lê ji ber çareserî nayê nîşandan, welatî dîsa şewata pirêzeyan berdewam dikin. Cotkarên Amedê û Kurdistanê piştî çinîna genim û ceh, dest bi şewitandina prêzeyan kirin û ji çar hêlên Amedê dûkêl-dixan radibe. Serokê Şaxa Endezyarên Çandinî ya Amedê Jêhat Şengal diyar kir ku gel nizanin bi şewata prêzeyan pêşaroja xwe dişewitîne û wiha got: "Gelê me dema ku prêzeyan dişewitîne hemû mîkroorganîzmayên axê dişewitin. Ev yek dibe ku encamek ber biçav nede nîşandan lê zerarek mezin li ser erdan heye. Encama şewatê xwe di salên pêş de nîşan didin. Eger ku erd bê şewitandin wê cih ji ajalan re nemîne. Ji ber zevî bê ruh dimîne li hemberî erezyonê jî lawaz dimîne û ax tev ber bi avê diçe. Hemû axa bi bereket diçe û bereketa axê namîne." Şewat zincîra xwezayê diqetîne Şengal, destnîşan kir ku di xwezayê de zencîra xwezayê heye bi şewatê re ev zincîr diqete û ji bo carekê din bigihîje hev demek dirêj divê û wiha axivî: "Di welatê me de sotemenî buhaye. Cotkerên me jî dibêjin maliyetê ajotina erd zêdeye jî ji ber vê şawitandina pirêzan hêzan tê. Bi zagonên dewletê pêşiya şewitandina prêzeyan nayê girtin. Cotkarên me yên ku şewitandina prêzeyan dikin ji fêdeyê zêdetir zirara xwe heye. Cotkar ji ber ku fêdeya madî tê de dibînin prêzeyan dişewitînin." Şengal, bilev kir ku cotkarên prêzeyan dişewitînin fêdeyek ji sedî 15 heye, lê bêyî tewat fêde ji sedî 90 e û wiha bi dawî kir: "Bi şewitandina prêzeyan cotkarên me adaniya sala were kêm dikin û rêjeyek mezin winda dikin. Ji bo vê divê kampanyayên hişyarkirinê bên destpêkirin." Ji bo di çotkariyê de zahmetiyê nejîn axê dikujin Cotkarê bi navê Alî Dûmez jî anî ziman ku ji bo ajotina zeviyê hêsan bikin, pirêzeyên zeviyan dişewitînin û wiha got: "Mazota me buhaye. Mesrefa cotkirin 100 donim erd herî zêde 500 TL ye. Ji bo zêdeyî 500 TL li çotkirina zeviyê xerç nekin, hemû pirêzeyan dişewitînin. Lê ji bo heywanên di nava axê de nemirin û ax zerarê nebîne, min pirêze neşewitand." (ua-rd/mae)