'Heta ev pêkanînan hebin dê xwekuştinên nû çêbibin' 2015-06-26 14:06:59 STENBOL (DÎHA) - Nûnertiya Cihê Kar a SES'ê ji bo bal bikişînin ser rewşa xebatkarê tenduristiye Alî Bakça yê ku li Huzureviya Darulacezeyê dixebite ji ber heqaretên serhekîm hewl da xwe bikuje çalakî li dar xist û ragihand ku heke ev pêkanîn bi dawî nebe dê xwekuştinên nû çêbibin. Nûnertiya Cihê Kar a SES'ê ji bo bal bikişînin ser rewşa xebatkare tenduristiye Alî Bakça yê ku li Huzureviya Darulacezeyê ya dixebite ji ber heqaretên serhekîm Dr. Çîçek Şener hewl da xwe bikuje û rewşa xebatkarê Huzureviya Darulacezeyê li ber Huzureviya Darulacezeyê ya Okmeydaniya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Gulay Yedekçî, karkarên Huzureviya Darulacezeyê û birayê Bakça Cemal Bakça jî tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Dawî li pêşanînan bînin" û "Ji mobîngê re na" hatin berzkirin. Nûnera Cihê Kar a SES'ê Sevîm Ozgenç daxuyanî xwend û diyar kir ku ev 5 sal in li ser xebatkarên Darulacezeyê bi pêkanînên vî rengî dimeşînin û wiha axivî: "Her tim bi heqaretên rêveberan re rû bi rû dimînin. Bi keyfî cihê me diguherînin û bi zorê dixwazin em an dest ji kar bedin an jî teqawît bibin." Ozgenç anî ziman ku ew di rewşê nebaş de dixebitin û mînaka herî li ber çav jî Alî Bakça ye û wiha pê de çû: "Em jî wek hevalê xwe Bakça li ber xwekuştinê ne. Em hatine vê astê." Ozgenç derbirî ku heke ev pêkanînê bi dawî nebe dê xwekuştinên nû çêbibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin rayedar dawî li van pêkanînên xwe bînin û ji bo pêşigirtina vê yekê çi ji destê me were em ê bikin." Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû. (sde/wk)