Serkeftina HDP'ê coş û kelecan li her derê belav kir 2015-06-09 12:35:56 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serkeftina HDP'ê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi çoş û kelecanek pir mezin hat pîrozkirin. Li Kocaelî, Manisa, Agirî, Bêdlis, Gever, Kop, Sêrt, Mardin, Çewlîk, Xerpêt, Amed û Aydinê bi coşek mezin serkeftina HDP'ê hat pîrozkirin. Di şahî û pîrozbahiyan de hat gotin ku piştî tariya AKP'ê ya 13 salan dê pêşeroj bi ronahiya rojê ronî bibe. Hevserokê HDP'a Kerboranê Yasin Turan, diyar kir ku ew serkeftina xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Piştî di hilbijartina 7'ê Heziranê de HDP bi 13.1 bend xera kir û 6 milyon û 100 hezr deng wergirt li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gel derket kolanan û pirozbahî pêk anî. Gel li Kocaelî, Manisa, Agirî, Bêdlis, Gever, Kop, Sêrt, Mêrdîn, Çewlîk, Xerpêt, Amed û Aydinê bi coşek mezin serkeftina HDP'ê pîroz kir. Bi deh hezaran HDP'iyên daketin kolanan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG-YPJ û alên HDP'ê bilind kirin. Di hemû pîrozbahiyan de bi deh hezaran welatiyan li ber stranan govend gerandin û bi hezaran fîşekên hewayî teqandin. Ji ber li her bajaran bi sedan fîşekên hewayî hatin teqandin, tariya şevê bi fîşekan hat ronîkirin. KOCAELÎ Li navçeyên Darica, Îzmit, Gebze, Korfez, Derînce, Dilovasi û gelek navçeyên din yên Kocaeliyê bi hezaran daket kolanan û bi şahiyek mezin serkeftina HDP'ê pîroz kir. MANÎSA Li navenda Manîsa û navçeya Yunus Emre ya Manisayê jî bi hezaran welatî li hev kom bûn û serkeftina HDP'ê pîroz kir. Li navçeyên Saruhanli û Turgutlu yên Manîsayê jî pîrozbahî hatin lidarxistin. AGIRÎ Li Qada Newrozê ya Agiriyê jî bi deh hezaran welatî şahî pêk anîn. Gel serkeftina HDP'ê ku 4-0 wekîl şandin meclîsê bi coş û kelecanek mezin piroz kir. Li vir jî alên PKK, YPG û KCK'ê û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin. BÊDLÎS Li Qada Gokê ya Bêdlîsê jî bi hezaran welatî bi alên HDP, KCK, PKK û posterên Ocalan qad xemilandin û pîrozbahî pêk anîn. Bi hezaran kesan bi yek dengî silogana "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadi"berz kirin û sirûda "Çerxa Şoreşe" xwendin. GEVER Li bajaroka Xirvatê ya Gevera Colemêrgê jî gel daket kolanan û serkeftina HDP'ê bi coşek mezin pîroz kir. Li vir jî heman al û poster hatin vekirin û gel silogan qerîyan. Li bajaroka Bajirgehê jî gel li ber avahiya DBP'ê kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. KOP Li navçeya Kopê ya Mûşê bi hezaran welatî li garaja gundan kom bû û pîrozbahî pêk anin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran welatî kom bûn û bê navber siloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Biji berxwedana YPG" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. SÊRT Li gundê Zokaytê û bajaroka Cawanika yên Sêrtê jî bi hezaran kes li hev kom bûn û şahî pêk anîn. Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî bi hezaran kesan şahî hat lidarxist û serkeftina HDP'ê pîroz kirin. MÊRDÎN Li navenda Mêrdîn û navçeyên Mêrdînê jî bi deh hezaran welatî kom bûn û serkeftina HDP'ê pîroz kirin. Li qada Azadiyê ya navçeya Qoserê, bi tevlêbûna hezaran kesan pîrozbahî hat lidarxistin. Girsê alên PKK, KCK, HDP, posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin û siloganên "Bijî serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin. Pîrozbahî bi stranên Koma Navenda Çandê ya Şehit Ali Temel bi dawî bû. Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî bi tevlêbûna hezaran welatiyan li parka Azadiyê şahî hat lidarxistin. Bi hezaran welatî kom bûn û Serketina HDP'ê pîroz kirin. Hevserokê HDP'a Kerboranê Yasin Turan, diyar kir ku ew serkeftina xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Li navçeya Şemrexê pîrozbahî li qada Newrozê hat lidarxistin. Li navçeyên Artuklu, Stewr û Dêrikê jî bi heman coş û kelecanê bi deh hezaran welatî li hev kom bûn û serkeftina HDP'ê pîroz kirin. ÇEWLÎK Li Çewlîkê jî serkeftina HDP'ê bi tevlêbûna hezaran kesan hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku li Qada Newrozê li hev kom bûn, serkeftina HDP'ê pîroz kir. Li vir jî gel posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin û pankarta "Silav ji Rêberê Serkeftinê re" vekirin. Pîrozbahî bi fîşekên hewayî bi dawî bû. XERPÊT Li navçeya Xerpêtê jî gel li Garaja Hazotê şahî pêk anî. AMED Li navçeya Pîran, Erxenî yên Amedê jî gel serkeftina HDP'ê pîroz kir. Bi hezaran welatî li Pîran û Erxeniyê kom bûn û şahî pêk anîn. Ji 7 salî heta 70 salî beşdari şahiyan bûn û serkeftina HDP'ê pîroz kirin. AYDIN Li navçeyên Efeler, Soke, Didim, Kuşadasi û Germencikê jî piştî HDP bi ser ket şahî hatin lidarxistin. HDP'î li navçeyên Aydiyê kom bûn û li ber stranan fovend gerandin û fîşekên hewayî teqandin. (mae)