Li Kurdistan û Tirkiye gel li kolanan serkeftina HDP'ê pîroz dikin 2015-06-08 23:07:50 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî HDP'ê di hilbijartina giştî de bend ji sedî 13.1 derbas kir, bi sed hezaran alîgir û dilxwazên HDP'ê bi boneya serkeftina HDP'î pîroz bikin, bi maşîneyên xwe derketin kolanan û dest bi pîrozbahiyê kirin. Di serî de li Amed, Wan, Riha, Enqere, Îzmir, Şirnex, Êlih, Sêrt û gelek bajarên din welatî bi coşek pir mezin pîrozbahiyan pêk tînin. Gel bê navber silogana "Bijî Serok Apo berz dikin. Di pîrozbahiya li Rihayê de Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, diyar kir ku ew serkeftinê diyarî Ocalan û kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dikin. Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi sed hezaran hilbijêr, dilxwaz û alîgirên HDP'ê bi coş û kelecanek pir mezin serkeftina HDP'ê pîroz dikin. Piştî HDP'ê di 7'ê Hezîranê de benda hilbijartinê ji sedî 13.1 derbas kir, ji duh êvarî de li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê endam û dildarên HDP'ê li kolanan in û pîrozbahiyan pêk tînin. Gelê daketin kolanan bi maşîneyan li korneyan didin û di kolanên bajaran de tûran davêjin. Kesên di maşîneyan de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG/YPG û alên HDP'ê bilind dikin û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Em HDP, Em biçin Meclîsê", "Bê serok jiyan nabe" û "Awa hat û awa çû, Seho hat û tayip çû" berz dikin. Li gelek kolan û qadên bajaran girseyên li hev kom bûne li dora muzîkê govend gerandine û li kolanan bi fîşekên hewayî pîrozbahiyê pêk Tînin. Li Riha, Amed, Wan, Enqere, Îzmir. Semsûr, Êlih, Şirnex, Sêrt û Mêrdînê gel rabûye ser piyan û bi kêfxweşiyek herî mezin serkeftina HDP'ê pîroz dikin. Serkeftin diyarî Ocalan kirin Di pîrozbahiya li qada Topçu ya Rihayê de wekilên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemir, Dîlek Ocalan, Îbrahim Ayhan, Leyla Guven û Ziya Çalişkan û wekilê berhê yê Rihayê Îbrahim Binici amade bû. Li qadê alên PKK, YPG, YPJ, KCK, HDP'ê hatin rakirin. Di vê pîrozbahiyê de Wekîla HDP'ê ya Rihayê diyar kir ku ew vê serkeftinê diyarî Ocalan û kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dike. Li navçeyên Wêranşar, Serêkaniyê, Pirsûs yên Rihayê û Semsûrê jî pîrozbahiyên mezin hatin lidarxistin. Li Îzmirê şahiya mezin Li qada Gundogdu ya Îzmirê jî piştî serkeftina HDP'ê pîrozbahiyek mezin hat lidarxistin. Li vir jî posterên Ocalan û alên PKK, KCK û HDP'ê hatin bilind kirin. Li kolana Sakarya ya Enqereyê jî bi heman ruh û kelecanê serkeftina HDP'ê hat pîrozkirin. Li Dêrsimê gel li Qada Seyid Riza bi tevlêbûna wekilên HDP'ê pîrozbahî pêk anîn. Li Sêrtê li Qada Newrozê bi tevlêbûna wekîl û deh hezaran welatî şahî hat lidarxistin. Li Mêrdinê jî bi hezaran welatiyên kurd, ereb, suryanî, mihelmi û çeçen li parka Karayollari ya Artukluyê li hev kom bûn û şahî pêk anîn. Li navçeyên Nisêbîn, Midyatê yên Mêrdîn û navçeyên Cizîr û Sîlopiyê yên Şirnexê jî, bi heman reng û coşê bi deh hezaran dildarên HDP'ê daketin kolanan û serkeftina HDP'ê pîroz kirin. Li Êlihê jî ji 7 salî heta 70 salî gelê Êlihê li qada Newrozê li hev kom bû û serkeftina HDP'ê pîroz kir. Li vir jî heman coş, reng û silogan hebûn. (mae)